Ji bo endamê Koma Aştiyê Taş konê sersaxiyê hat danîn

15:22

JINHA


STENBOL - Ji bo Endamê Koma Aştiyê Lutfu Taş yê di Girtîgeha Tîpa D a Amedê de jiyana xwe ji dest da konê sersaxiyê hat danîn. 

Endama Koma Aştiyê Lutfu Taş ê di 2009’an de piştî banga Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hate Tirkiyeyê li Girtîgeha Tîpa D a Amedê ku ji 2010’an niha dihat girtin jiyana xwe ji dest da. YAKAY-DER'ê ji bo Lutfu li avahiya navçeya rêxistina HDP'ê ya Umraniyê konê sersexiyê hat danîn. Ligel malbata Lutfu gelek welatî tevlî sersaxiyê bûn. Di sersaxiyê de posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, wêneyên Lutfu û alên PKK'ê hatin delaqandin. Di sersaxiyê de dua hatin xwendin.

(zt)