DÎK'ê li gundê Mehserê mewlûd da

15:39

 


JINHA


RIHA - Kongreya Îslma Demokratîk bi munasebeta şeva qendilê li ser sînorê Kobanê li gundê Mehserê mewlûd dan.

Kongreya Îslamî ya Demokratîk bi munasebeta şeva qendilê li ser sînorê Kobanê li gundê Mehserê ji şervanên YPG/YPJ'ê yên jiyana xwe ji dest dane û berxwedêrên li ser sînor mewlûd dan. Mewlûda li mala sersaxiyê hat danîn gelek endamên DÎK'ê yên ji Kurdistanê, Tirkiyê, koordînatorê DÎK'ê Ayhan Bilgen û gelek welatî tevlî mewlûdê bûn. Li mewlûdê rêveberê DÎK'ê Fadil Bedirhanoglu axivî û nehlet li çeteyên DAIŞ'ê yên bi navê îslamê êrîşî Rojava û Kantona wê Kobanê dike. Bedirhanoglu diyar kir ku şervanên YPG/YPJ'ê li hemberî çeteyên hov yên bi navê îslmaê êrîş dikin şer dikin û anî ziman ku îslma rast ew e ku li ji bo azadî û wekheviyê şer kirine.

Pişî xwendina duayan mewlûd hat dayîn.

(zt)