Ji dayîkên Silopiyayê bo Kobanê alîkariya watedar

16:29

 


JINHA


RIHA  Di çarçova kampanyeya alîkariya Kobanê de alîkariya dayîkên Silopyayê ya ku ji berhevkirina pambû kom kiribûn gihişt Pirsusê.


Kampanyeya alîkatiyê ya ji welatiyên Kobanê yên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên ser herêma Kobanê cîh û warê xwe terikandine û hatine li deverên weke Pirsusê bi cîh bûne berdewam dike. Bi pêşengiya Navenda Şêwirmendiya Viyan ya Jinan ya Silopiyayê dayîkên Silopiyayê bi dorveger din ava zeviyên pembû de dixebitîn û dahata keda xwe jî ji bo Kobanê berhev dikirin. Bi alîkariya Encama Meclisa Şaredariya Silopiyayê Besê Ceviz alîkariya hatî berhevkirin gihişt Pirsusê. Li gel alîkariya hatî şandin peyamek ya dayîkên di zeviyan de xebitîne û alîkarî berhev kirine jî hebû. Li Pirsusê peyama dayîkan jî hat xwendin. Dayîkan di peyama xwe de banga şiyariyê li hemû raya giştî kiribûn.


 (zt)