Cenazeyên Cemîl û Rêda yên YPG yî li nexweşxaneyê disekinînin
16:58
JINHA
RIHA - Cenazeyên şervanên YPG'ê Cemîl Ozel û Rêda Pehlîvan ên di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest dan nêzî 4 seatin li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê tên sekinandin.
Cenazeyên şervanên YPG'ê Cemîl Ozel (Adil Kozluk) û Rêda Pehlîvan ên di berxwedana Kobanê ya li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest dan ji aliyê malbat û MEYA-DER'ê ve ji Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê wergirtin û anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê. Ji bo karên li nexweşxaneyê bêkirin 4 seat in malbat li benda dozger in û hêj dozger nehatiye nexweşxaneyê. Xizmê Cemîl Îsmet Ozel diyar kir ku bi awayekî keyfî kar tên dirêjkirin û wiha got: "Bi seate em li benda dozger in hêj nehatiye. Ev rewşek keyfî ye. Ji bo şehîdên me şevê bi girseyî neyên pêşwazîkirin karên bidin dereng dixin."
Piştî karên fermî yên li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê dê cenazeyên Cemîl û Rêda ji bo otopsiyê bibin Morga Tipa Edlî ya Rihayê û piştî karên otopsiyê dê cenazeyan bibin Êlihê û Amedê.
(zt)

