Li Kerkûkê DAIŞ’ê 170 welatî revandin
08:28
JINHA
KERKÛK - Çeteyên DAIŞ’ê yên li Rojava û başûrê Kurdistanê derbên giran ji hêzên kurd dixwin, dîsa çareyê di êrîşên li hember sivîlan de dibînin. Hat ragihandin ku çeteyên DAIŞ’ê li gundên herêma Kerkûkê herî kêm 170 gundî revandine.
Li gor agahiyên ji rêveberên herêmî û gel, çeteyên DAIŞ’ê li nêzî Kerkûkê li gundên El Şecara û Garîb 170 kes revandine. Li gor agahiyan, çeteyên DAIŞ’ê şewitandina du amblemên DAIŞ’ê wek hinceta revandina gundiyan nîşan dide.Rêveberên wilayeta Kerkûkê jî revandina gundiyan piştrast kirin. Li gor agahiyên ji rêveberên wilayeta Kerkûkê hatine wergirtin, çeteyên DAIŞ’ê bi nêzî 30 wesayîtan hatine gundan û gundiyên revandine birine navçeya Hawîceyê. Gundiyekî ji gundê Garîbê jî diyar kir ku çete bi îdîaya amblema DAIŞ’ê şewitandine li 15 kesan digerin û ji ber vê 90 gundî binçav kirine.
Çeteyên DAIŞ’ê berê jî li başûrê Kurdistanê, Rojava, Sûriye û Iraqê bi dehan sivîl revandibûn û agahî ji wan nayê girtin.
(zt)
