'Qirkirina Parisê bi destê hêzên dewletê hat kirin'

09:38

 


Bacı Anuk / JINHA


WAN – Welatiyan diderbarê siakastoya li hemberî sê siyastemendarên kurd Sakine Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez nirxandin kirin. Welatiyan diyar kirin ku ew di heman demê de li hemberî gelê kurd û tayîbetî jî li heber jinên kurd qomployeke. Welatiyan di serî de din ava Recep Tayyip Erdogan û rayedarên hukmetê de weke “hesabên navxweyî” nirxandin û hîna ronînebûna bûyerê jî cardin Tirkiye nîşan dan.  


Jina despêkê di nava avakirina PKK’ê de cîh girtî û heya niha berdewam kirî Sakine Cansiz (Sara), Nûnera Parîsê ya Kongra Netewiya Kurdistan (KNK) ê Fîdan Dogan (Rojbîn) û Endama Tevgera Ciwanên Kurd ya Ewrupayê Leyla Şaylemez (Ronahî) di 9’ê Çile ya sala 2013’an de li Parîsê hatin qetilkirin. Li gel du sal derbasbûn jî hîna ji Tirkiye, Fransa û Elmanya tu encamek ji lêpirsîna tê berdewam kirin nehatiye girtin. Qetilkirina sê siyasetmendarên jin yên kurd û bêdengmayîna dewletên peyîwendî dar ji aliyê kurdan ve tê şermezarkirin. Welatiyên wanê jî bertek nîşanî rewşa ne darezandina kiryarên bûyerê dan û dê ji bo şermezarkirina qirkirinê di 9’ê Çile de bimeşin.


‘Li gel derbazbûna du salan jî hîna şapên qirkirinê nû ne’


Endama MP ya HDP’ê Newroz Urun diyar kir ku li gel derbasbûna du salan jî hîna bûyer nehatiye ronîkirin û faîl nehatine darezandin. Newroz da zanîn kul i peyî qetilkirina sê jinên siyasetmendar hêzên navnetewî hene.


‘PKK li sekna jinan xwedî derdikeve’


Aktîvîsta Însiyatîfa LGBT yan Tuan Tual Bozkurt jî destnîşan kir ku gel weke Ewrupa zêdetir li pêşe û bi dad dibînin, lê ew vê yekê şaş dibîne. Tuan balkişand ser xwedîderketina PKK’ê ya li sekna jinan û derbirî kul i hemberî vê ronî nekirina bûyerê di serî de Tayyip Erdogan û hikumeta AKP’ê tê.


‘Komploya Parîsê komployek li hemberî Rêbertiyê hatî kirine’


Ji rêveberên HDP’ê yên Navenda Wanê Kezban Avşin jî qirkirina jinên kurd di kesayeta Sakine Cansiz û hevalên wê de wiha nirxand: “Em Sakine Cansiz û hevalên wê bi rêzdarî bi bîrtînin. Dijmin tehmûla serkeftinên jinên kurd nekir û di encama bêtehmûliyê de hevalên me qetilkirin. Qirkirina ser hevalên me yên jin kirin, komployek li hemberî Rêbertiya me û rêxistina me hatibû kirine. Em bi navê hemû jinan bejna xwe li hember hevalên xwe ditewînin.”


‘Hêzên tarî Sakine, Fidan û Leyla qetilkirin’


Ji Hunermendên Navenda Çanda Nûda û di heman demê de beriya şer di Navenda Çanda Kobanê de dixebitî Norşîn Salih jî girêdayî qirkirina sê jinên siyasetmendar wiha axivî: “Hîsên di hindirê Sakîne de hîsên mirovî û hevaltiyê bûn.” Norşîn bilêv kir ku niha hêzên YPG û YPJ’ê li Kobanê ser şopa Sakine, Fîdan û Leylayan de diçin. Norşîn derbirî ku Sakine, Fîdan û Leyla ji aliyê hêzên tarî ve hatin qetilkirin, di serê van hêzan de jî Tirkiye tê û wiha dom kir: “Ew naxwazin kurd bigihin azadiya xwe. Ji bo gihiştina azadiyê me gelek bedel dan.”


 


(zt)