'Helwesta bijîşkên tirk û DAIŞ'ê ne dûrî hev in'

09:47

 


JINHA


RIHA - Welatiyên Kobanê yên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê neçarman cih û warê xwe bi terikînin û koçî bakurê Kurdistanê bibin. Penaberên Kobanê dibin şert û mercên herî zehmet de dijîn. Penaberên Kobanê anî ziman ku dema diçin nexweşxaneya dewletê nayên derman kirin û ji aliyê erkdarên nexweşxanê û hemşîreyan ve rastî heqaretê tên. Dayika bi navê Gulîstan Mistefa (28) diyar kir ku tu qiymetê kurdan li vê derê nîne û wiha got: "Ez çûm nexweşxaneyekê li Rihayê. Helwesta wan dijî kurdan bûn.Helwesta bijîşkên tirk û DAIŞ'ê ne dûrî hev in. Ha ez bê narkoz emeliyat kirim, ha DAIŞ serê min jê kir. Min wê dema ji xwe re got, bila DAIŞ guleyekê bera min de çêtire ji vî halî"


Welatiyên Kobanê yên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê neçarman cih û warê xwe bi terikînin û koçî bakûrê Kurdistanê bibin. Penaberên Kobanê dibin şert û mercên herî zehmet de dijîn. Penaberên Kobanê yên li konbajarê Arîn Mîrkan, Kobanê, Rojava, Sûphî Necat Agirnasli û Kader Ortakaya dimînin ji aliyê tendirûstiyê de di serî de û zarok pirsgirêkên rastî pêkaneyên dijwar tên. Welatiyên li konbajaran, gundan û li Pirsûsê dimînin ji alilyê dildarên Meclîsa Tenduristiya DTK'ê, TTB'ê, SES'ê, xwendekarên tenduristiyên dildar û kedkarên tenduristiyê ligel hemû bêderfetiyê li polîklînikan de tên meşandin. Dewleta Tirkiyeyê ji welatiyên Sûriyeyê "Statuya parêzvan a berdem" dayîn û ji bo welatiyên Kobanê û Şengalê jî "Belgeya mêvandariyê ya berdem" hatin dayîn. Ev yek jî nîşan dike ku du rûyê dewletê û helwesta hikûmetê li hemberî gelê kurd derdikeve holê. Dayikên di konbajaran de dimînin dema diçin nexweşxaneyên dewletê ya Pirsûs û Rihayê ji aliyê bijîşkan, hemşîreyan û erkdaran ve rastî heqaret û êrîşa tên.

Rastî êrîşa hemşîra û peywirdaran hatiye

Dayika bi navê Narîn Elî (23) diyar kir ku di 14'ê kanûnê de dema ji bo êşa zayînê bangî ambûlansê kir û dema bi saetan li benda ambûlansê maye û di rêde rastî êrîşa hemşîra û peywirdaran hatiye. Narîn destnîşan kir ku wexta bi ambûlansê ew birinin Nexweşxaneya Pirsûsê, wê li ber derî jî bi saetan rawestandin e. Narîn bi lêv kir ku bi wê rewşa xwe neçar maye bi îmkanê xwe çûye Nexweşxaneya Zayengeha Jina ya Rihayê. Narîn da zanîn ku li vê nexweşxaneyê jî bi heman helwestê rû bi rû maye û wiha got: "Ev êşa min kişand bila dijminê min nekêşe. Hata min keça xwe bi navê Koçber anî dinê tu zilma min nekişandî nema. Dema min bi awayek rezîlî zaroka xwe anî ser dinyayê dijûn ji min re dan û li min xistin. Bi saetan zilm bi min dan kişandin. Ji min re digotin 'nexweşxane bûye mala Kobaniyan. Tu karê we tune ye tenê zarokan çêdikin'. Dewlet dibêje 'em li gelê Kobanê xwedî derdikevin'. Xwedîderketina we ev e?"

'Em di nava rezaletê de rezaletê dikêşin!!

Dayika bi navê Rûken Ahmed (26) jî bi heman gazincan anî ziman ku heftaya borî ji ber ku ducanî bû dema zayîna wê hatîye ew jî çûye Nexweşxaneya Dewleta Pirsûsê û wiha got: "Min bangî embûlansê kir, hat min rakirin nexweşxanê. Dema ez birim nexweşxaneyê ji min re gotin 'tiştekî te tine ye. Here mala xwe'. Ez ji ber êşa xwe dinaliyam û hawara li nexweşxaneyê belav dibû. Tu kes li min xwedî dernediket. Ez çûm Rihayê bi emeliyatê min zaroka xwe anî dinê. Ji min re digotin 'karê Sûriyeyiyan zarokan çêbikin û em jî li ji wan re xizmetê bikin'. Ev rezaletiya me ne bes, em li vê derê di nav rezaletiyê, rezaletiyê dikşînin."

Welatiya bi navê Xezal Hecî (23) jî got bijîşkên tirk yên nexweşxaneyên dewletê bi zanêbûn zilmê li gelê Kobanê dikin û wiha axivî: "Ji ber ku bêhna min diçikîya roja borî çûm Nexweşxaneya Dewleta Pirsûsê. Dema ez gihaştim ber deriyê nexweşxaneyê ez ji ser hişê çûm. Ez hindik mabûm bifetisiyam. Dema ez ji hişe xwe çûbûm û hişê min hat serê min carekê min dît hemşîreyek îspîrto dide ber bêvla min. Ji bo min bikujin tiştên ji destên wan dihat her tiştî dikin. Çeteyên DAIŞ'ê ne bes, niha em ji ber we birevin."

'Ez bê narkoz emeliyat kirim'

Dayika bi navê Gulîstan Mistefa (28) jir be ku ducanî bû çû Nexweşxaneya Dewleta Pirsûsê û ji ber ku lê xwedî derneketiye çû ye Rihayê. Mistefa destnîşan kir ku tu qiymetê Kurdan li vê derê nîne û ev tişt got: "Ez çûm nexweşxaneyekê li Rihayê. Helwesta wan dijî Kurdan bûn. Divê ez demildest emeliyat bibam. Ez bê narkoz emeliyat kirim. Êşa min kişan tu kesî nekişandiye. Helwesta bijîşkên Tirk û DAIŞ'ê ne dûrî hev in. Ha ez bê narkoz emeliyat kirim, ha DAIŞ serê min jê kir. Min wê dema ji xwe re got, bila DAIŞ guleyekê bera min de çêtire ji vî halî"

(kom/zt)