‘Divê misilman bi nirxê bawer dike re rû bi rû bê’
11:14
JINHA
RIHA - Alîkarê hevserokê Giştî yê HDP'ê û Koordînatorê DÎK'ê Ayhan Bilgen anî ziman ku li şûna misilman li Rojhilata Navîn hêza parastinê be niha ketiye rewşa nikare xwe biparêze û wiha got: "Ji bo edalet û aştî were Rojhilat Navîn divê bi rastiya xwe re rû bi rû werin û xwe ji nûve sazûman bikin. Pêwîste misilman xwedî li Rojava derkevin.”
Bi êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li ser Kantona Kobanê de bi boneya piştevaniya bi berxwedana YPG/YPJ'ê re nobeta berxwedanê ya li ser sînor bê navber dewam dike. Alîkarê Hevserokê Giştî yê HDP'ê û Koordînatorê DÎK'ê Ayhan Bilgen li gundê Mehserê hatin cem hev. Ayhan êrîşên çeteyên DAIŞ'ê û şerê misilmanan ê li Rojhilata Navîn nirxand. Ayhan diyar kir ku peyama Hz. Mihemed ya ji Mekkeyê heya Medînê aştî û edalet e.
'Misilman tişta jê bawer bike pêwîst e rû bi rû were'
Ayhan da zanîn ku pêwîste misilman bikeve nava rewşek pêşengtiya aştiyê bike û şerên li ser xaka wan heye bi dawî bibin. Ayhan bilêv kir ku pêwîste misilman bi rastiya xwe re rû bi rû werin û wiha got: "Ji bo şerê li ser xaka wan ya nîjadî û mezhebî bi dawî bibe, ji bo aştî û edalet li vê axê bi cih bibe pêwîste misilman tişta jê bawer bike rû bi rû were û ji nû ve xwe sazûman bikin."
Ayhan bilêv kir ku ji beriya peyama pêxemberiyê Hz. Mihemed bi navê "Emîn" dihat naskirin û di şexsê misilmantiyê de li Rojhilata Navîn ev nav hatiye winda kirin û wiha got: "Dest ji bawerî û azadiya gelên din berdin, bila ew bi xwe bi awayek edaletî û azad xwe îfade bikin û xwe biparêzin, hatine rewşekî nikarin xwe biparêzin."
'Pêwîste krîza mirovahî û Rojhilata Navîn weke hev were dest girtin'
Ayhan derbirî ku pêwîste krîza mirovahî û Rojhilata Navîn weke hev were dest girtin û ev tişt got: "Cihên di aliyê aboriyê de baş û welatên lê pevçûn tuneye, mirovên ku zererê didin derdor, hînbûnên wan ê xerckirinê û li hevkirina heya kaptalîzmê û berdêla krizê dane lê belê gelê Rojhilata Navîn hem li aliyê kaptalîzmê û hem jî krîza giştî "şerê parvekirinê" yê li ser xaka wan berdêla wê dane. Ji bo gelê misilman bi xwe bikare çavkaniyên xwe bikar bine û dahatûya xwe mîsoger bike pêwîste hesabê xwe ligel kaptalîzmê bike."
'Rojava ji bo îslamê dayikbûnek nû ye'
Ayhan diyar kir ku piştî têkoşîna li Rojava gihişt destkeftiyên xwe ne tenê ji bo gelê kurd ji bo tevahî Rojhilat Navîn projeya aştiyê ye û pêwîste bikeve meriyetê. Ayhan da zanîn ku çeteyên DAIŞ'ê yê sembola îslamê bi kar tîne û bi hezaran mirov qetilkirin û wiha pêde çû: "Ji bo ev doz bigihe serkeftinê, ji bo îslamê dayikbûnek nû ye. Ji bo vê pêwîste em xwedî li vê dozê derkevin û kesên gefê li mirovahiyê dixe li hemberî wan derkevin û bertek nîşanî van bidin."
(zt)

