Musa yê ku polîsan di balkonê de birîndarkirî jiyana xwe ji dest da
11:27
JINHA
ŞIRNEX - Li navçeya Silopî welatiyê bi navê Musa Azma dema şermezarkirina komkujiya Roboskiyê di balkona mala xwe de temaşe dikir, bi guleya polîsan hatibû birîndarkirin, li Nexweşxaneya Zaningeha Înonu ya Meletiyê jiyana xwe ji dest da.
Dema li navçeya Silopî ya Şirnexê ji ber şermezarkirina komkujiya Roboskiyê di navbera ciwan û polîsan de buyer derketin, welatiyê bi navê Musa Azma ku di balkona xwe de bû, bi guleya polîsan bi giranî hatibû birîndarkirin. Piştî mudaxaleya ewil a li Nexweşxaneya Dewletê ya Silopî, Musa rakirin Nexweşxaneya Zaningeha Înonu ya Meletiyê. Hate ragihandin ku li ser hemû hewldanan îro serê sibê Musa jiyana xwe ji dest daye.
Hate hînbûn ku Musa ji bo otopsiyê rakirina Tîpa Edlî ya Meletî û piştî otopsiyê dê cenazeyê Musa ber bi Silopî ve were rêkirin.
(zt)

