Di roja 111’ê de Kobanê hat silavkirin
12:07
JINHA
RIHA - Li gundê Mehser û Miseynterê berxwedêrên Kobanê di roja 111’ê de hatin silavkirin.
Berxwedana şervanên YPG û YPJ’ê ya li Kobanê a li dijî çeteyên DAIŞ’ê tên meşandin ket roja 111’ê û çalakiyên nobetê yên li gundê Mehser û Miseynterê ya Pirsûsê bi armanca piştevaniya berxwedana Kobanê jî didomin. Bi armanca silavkirina berxwedana Kobanê li gundê Miseynter û Mehserê welatiyan berê xwe dan Kobanê û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên YPG’ê vekirin. Welatiyên destê hev girtin deqeyek rêz girtin û çerxa şoreşê xwendin. Piştre jî girseyê dirûşmên, "Bijî Berxwedana Kobanê", "Bijî berxwedana YPG-YPJ’ê", "Silav silav ji Kobanê re hezar silav", "Dîsa dîsa serhildan serokê me Ocalan" hatin berzkirin.
Piştî zincîra mirovahiyê li gundan paqijiya derdorê hat kirin.
(zt)

