Li Bazidê ji bo sê jinên kurd çalakiya bîranînê

15:16

 


JINHA


AGIRİ – Bi pêşengiya DOKH’ê li Bazidê sê jinên siyasetmendarên kurd Sakine Cansiz, Fidan Dogan û Leyla Şaylemez çalakiya bîranînê hat li darxistin.


Li navçeya Bazida agiriyê ji aliyê Navenda Şêwirmendiya Jinan ya Semda Yuce û Tevgera Jinên Azad û Demokrat (DOKH) ê ve ji bo sê siyasetmendarên kurd Sakine Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez çalakiya bîranînê hat lidarxistin. Çalakiya bîranînê li Salona Civînê ya Şaredariya Bazidê hat lidarxistin. Di çalakiya bîranînê de Hevşaredara Bazidê Hamiyet Salman, delegeyê KCD’ê Ziya Ozbay, endamên meclisa şaredariyê, encamên meclisa giştiya navendê jî di navê de gelek welatî amadebûn. Li gel wêneyê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û sê jinên siyasetmendarên kurd, alayên PKK’ê pankartên weke “Em rêya Sakîneyan de Zîlanbûyîn Arînin” û dovîzên weke “Tevgera jinên kurd yên azad sembola şoreşên cîhanê ne” û “Jinên di rêya rojê de dimeşin bêmirinin” hatin hildan.


Di despêka çalakiyê de ji bo kesên di tekoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz hat girtin. Paşê Hevseroka navçeya DBP’ê ya Bazidê Hamide Turan di bîranînê de axivî û diyar kir ku divê faîlên sê siyasetmendarên jinên kurd bên darezandin. Hevşaredara navçeyê Hamiyet Salman jî da zanîn ku bi despêkirina pêvajoya çareseriyê re hêzên tarî jinên kurd hedef girtin û di kesayeta sê jinan de qirkirin ser jinên kurd kirin, lê bila baş bizanin jinên kurd tucarî ne ketin û dê bi destê jinan aştî çêbibe.


Piştî axaftinan bi xwendina helbestan û pêşkêş kirina sînevizyonan bîranîn bi dawîbû.


 (zt)