Çeteyên DAIŞ'ê ji heremên di bin kontrola leşkerên tirk de ji Kobanê direvin
15:21
JINHA
RIHA - Çeteyên DAIŞ'ê yên di operasyonên paqijiyê yên YPG/YPJ'ê de derbeyên giran dixwin ji qadên di bin kontrola leşkerên tirk de ji Kobanê direvin.
Çeteyên DAIŞ'ê yên di çarçoveya operasyonên paqjiyê yên şervanên YPG û YPJ'ê li rojhilat û başûrê rojhilatê dan destpêkirin ji Kobanê direvin xeta trenê ya di bin kontrola leşkerên tirk de bi kar tînin û direvin. 4 çeteyên DAIŞ'ê yên ji taxa Kaniya Kurdan a Kobanê derketin ji xeta trenê ya Pirsûsê derbasî gundê Mizir Davut û pişt re gundê Kîkan derbaskirin û ber bi gundê Merdesîmbêlê ve çûn. Tê gotin ku çeteyên aliyê Tirkiyeyê bikartînin sedema wê tirsa dê ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve bên kuştin e.
Welatî ji bo çete wê xebatê bikarneynin li sînor nobetê digirin.
(zt)

