Gelek delege ji 2. Konferansa Jinê ya Neteweyî vekişiyan

04:14

Hazal PEKER –Hangul OZBEY – JINHA


HEWLÊR – Encamnameya 2. Konferansa Netewî ya Jinên Kurd hat aşkerakirin. Ji ber ku daxwaza gelek delegeyan a wekî “bila ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bang bê kirin” nehat qebûlkirin, alozî derket. Gelek delegeyan, xwe ji konferansê paşve kişand.


Encamnameya 2’yemîn Konferansa Netewî ya Jinên Kurd, a ku bi slogana “Pir Rengî, Yek Dengî ya Jinê Bo Yekîtiya Netewî” hat lidarxistin, hat aşkerakirin. Beriya ku encamname bê aşkerakirin, delegeyên di komîteya amadekar de cih digirtin, derketin ser dikê û bi delegeyên beşdar re, sirûda Ey Raqîb xwendin. Encamnameya konferansa ku li Salona Saed Ebdilla ya Hewlêrê hate lidarxistin, bi zaravayên soranî û kurmancî hat aşkerakirin.  Di encamnameya ku ji aliyê komîteya amadekar a konferansê ve hat xwendin de wiha hat gotin:


“Wek her geleke din ê cîhanê, mafê kurdan ê tayînkirina qedera xwe bê nasîn. Jinên kurd ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd a li hemû aliyên Kurdistanê xebatên xwe kûr bikin. Divê her beş li gor şertên xwe çareserkirinê pêk bîne. Ji bo civakeke azad, saziyên jinan ên Kurdistanê, têkoşîneke hevpar bimeşînin. Divê ji bo azadkirina girtiyên siyasî yên kurd hewl bê dayîn. Divê li hemberî hemû şoreşgerên doza tevahiya kurdan, rêz bê girtin. Divê kuştin û qirkirina hemwelatiyên kurd ku li her derê ne, bê şermezarkirin.”


‘Em ê ji bo azadiya Ocalan ji saziyên dewletê re name bişînin’


Piştî aşkerakirina encamnameyê, gelek delegeyan xwest xala “bila ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bang bê kirin” di encamnameyê de cih bigre. Ji ber ku biryara ‘bila ev xal li encamnameyê neyê zêdekirin” hat dayîn, gelek delegeyan terka salonê da. Delegeyên ku tilîlî kişandin, sloganên “Bijî Serok Apo” qêriyan. Li ser vê yekê, hevdîtinên bi saetan berdewam kir, bê encam man. Piştî hevdîtinan, civîneke çapemeniyê hat lidarxistin. Li ser vê yekê, delegeyên di komîteya amadekar de, bêyî delegeyên ku xwe paşve kişandin, civîneke çapemeniyê li dar xist. Di civînê de hate diyarkirin ku konferans  nehatiye boykotkirin û ev tişt hatin gotin: “Me xala wekî ‘Li ser navê jinên kurd, ji bo azadiya birêz Ocalan, Serokkomarê Iraqê Celal Talabanî, Serokê Kurdistana Federal Mesud Barzanî, Neteweyên Yekbûyî û Yekîtiya Ewropayê re name bê şandin’ li encamnameyê zêde kir.”


Wêne-Kamera: Hazal PEKER-Hangül OZBEY


(ho/hp)