Dê her der bibe Sakine, Leyla û Fidan...

09:30

 


JINHA


AMED – Jinên Amedê yên ku xwe amade dikin ji bos ê jinên siyasetvanên kurd dakevin qadan wiha dibêjin: “Em dizanin ku ew bi zanabûn hedef nîşan danan. Ev peyam tê çî wateyê em baş dizanin, ji ber wê jî emê li tekoşîna wan xwedî derkevin.” Dê ji 4’ê çile heya 9’ê Çile li her derê jin bibin Sakîne, Fîdan û Leyla.


Di 9’ê Çileya sala 2013’an li Paytexta Fransa Parîsê sê siyasetmendarên jinên kurd Sakine Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ji aliyê hêzên tarî ve hatibûn qetilkirin. Bi boneya bîranîna sê jinan bi pêşengiya DOKH’ê di serî de Amed lig elek navendan çalakiyên bîranînê tên li darxistin. Dê roja 9’ê Çile jî weke fînal lig elek bajaran meş bên li darxistin. Li Amedê starta çalakiyan di 4’ê çile de li Bîsmilê tê dayîn û di 9’ê Çile de jî dê hemû jin ji bo bîranîna sê siyasetmendarên jinên kurd û darezandina kujerê wan li Meydana Batikentê di saet 12. 00’an de bicivin. Jinên kul i Batikentê kombibin dê heya Qada Îstasyonê bimeşin.


Girêdayî çalakiyên bîranînê Aktîvîsta DOKH’ê û Endama Komuteya Amadekar Emîne Ruken wiha axivî: “Heval Sakîne wiha digot: ‘Pirsgirêka jinan divê weke pirsgirêkek ya gerdunî bê dîtin û ser bê rawerstandin. Li Rojhilata Navîn jin ne xwediyê mafê gotinêne. Berpirsyariya jinên kurd girane, ji ber wê jî divê jinên kurd di ferqa berpirsyariya xwe debin, bi wê hişmendiyê tevbigerin û tekoşînek bi hêz bikin.’ Her dem heval Sakîne  dixwest em di her mijaran de xwedî gotinbin û li vê tekoşînê xwedî derkevin. Emê jî li bîranîn û tekoşîna wê xwedî derkevin.”


‘Emê  doza wê bişopînin’


Emîne diyar kir ku her sê jinên hatin qetilkirin jinên ji rêzê nebûn û wiha got: “Divê baş bêzanîn yên ew qetilkirin xwestin peyamek çawan bidin gelê kurd. Em yên vê qirkirinê kirî û armanca wan ya ji qirkirinê baş dizanin. Em jî soza bilindkirina tekoşîna hevalên xwe didin. Emê jin bi deng û rengê xwe yê kevnare li vê tekoşînê xwedî derkevin û tu carî dest ji vê tekoşînê bernedin.”


‘Ew bûn sembola jinên cîhanê’


Xebatkara Têkela DOKH’ê EPÎDEM’ê Civaknas Neslîhan Başak jî êrîşî sê nivşên tevgera jinên azad kirin û wiha domand: “Ew êrîşek li hemberî kesayet, vîn û tekoşîna mebû. Dêvê em bidin têgihandin ku sê hevalên me yên jin bûne sembola hemû jinên cîhanê.”


Neslîhan anî ziman ku niha li tekoşîna Sakine Cansiz, Fîdan Dogan û Leylaşaylemez li Kobanê, Şengal, Rojava û bakurê Kurdistanê jinên kurd berdewam dikin û wiha berdewam kir: “Ev hemû yek tekoşîne. Ji ber armanca me hemûyan yeke. Yekgirina jinan bingeh girtin û tekoşîna jinan tacîdarkirine. Emê tekoşîna hevalên xwe heya dawiyê berdewam bikin.”


Banga tevlîbûnê


Serkretera TUM BEL-SEN’ê ya KESK’ê Gulîzar Guneş jî da zanîn ku qirkirina Parîsê êrîşek li hemberî vîna azadiya civakê û tekoşîna jinane. Gulîzar bilêv kir ku heya niha li gel hemû belgeyên heyî jî ronî nekirina qirkirinê hevkariya dewleta Tirkî û Fransa dide nîşandan û wiha dom kir: “Dê îsal jî hevalên me ji bo bîranînê li qadan bin. Dê di 9’ê Çile de li Meydana Batikentê meşek bê despêkirin heya Qada Îstasyonê berdewam bike. Divê hemû gelê me li vê pêvajoyê xwedîderkevin. Ji bo tevayî çalakiyên bîranînê yên ji bo her sê hevalên me li nava bajêr de tên li darxistin em banga tevlîbûnê li her kesê dikin. Emê weke Meclisa Jinên KESK’ê di 6’ê çile de li Navenda Çanda Ciwanan ya Cigerxwîn çalakiyek bîranînê lidarbixin. Em ji bo tevlîbûna çalakiyê bang li her kesê dikin.”


 (zt)