Welatiyên Kobanê: Şam şekire, lê welat şirîntir e

09:42

 


JINHA


RIHA - Operasyonên paqijkirinê yên şervanên YPG/YPJ'ê yên li herêmê dewam dike. Welatiyên Kobanê yên li konbjarên li Pirsûsê dimînin bi kelecanekê li hêviya vegera axa xwe ne û bi sedan welatî jî vedigerin Kobanê. Ji kesên li benda vegerê yêk jî Dayika Zelîxe Bozan (75). Dayika Zelîxe diyar kir ku rojek berî rojekê vegere li ser axa xwe û hesreta xwe ya li hemberî welatê xwe wiha anî ziman: "Şam şekire, lê welat şirîntir e".

Berxwedana bêhempa ya şervanên YPG/YPJ'ê ya li heberî çeteyên DAIŞ'ê di roja 112'an de berdewam dike. Operasyonên paqijkirinê yên şervanên YPG/YPJ'ê yên li herêmê tax bi tax bi hemû germahiya xwe dewam dike û gelek taxên Kobanê dibin kontrola YPG/YPJ'ê deye. Welatiyên Kobanê yên li konbjarên li Pirsûsê dimînin bi kelecanekê li hêviya vegera axa xwene û bi sedan welatî jî vedigerin Kobanê. Bi taybet welatiyên li wargehên AFAD'ê dimînin bi çar çavan hêviya vegerê ne. Welatiyê bi navê Ebdo Farîz (57) ê li wargeha AFAD'ê dimîne û di nava hezaran Kobaniyan de yek e. Ebdo diyar kir ku li konbajarên AFAD'ê elektirîk û avê ji wan dibirin û dîsan ji xwarinê ji wan re naynîn.

'Heya YPG/YPJ hebe wê tu kes nekare Kobanê kontrol bike'

Ebdo destnîşan kir ku ji ber ku di konbajarên di pêşengiya şeredariyên DBP'ê de nema bû neçar ma ku biçe konbajarê AFAD'ê û xwest demildest ji konbajarê dewletê xelas bibe biçe Kobanê. Ebdo da zanîn ku dewlet ne ji bo xêra wan alîkariyê bi gelê Kobanê dike û wiha axivî: "Dewlet dixwaze têkiliyên me û gelê Pirsûsê ji hev qut bike. Ev helwesta Tirkiyeyê ne ji bo xêrêye. Dixwazin me ji welatê me dûr bixin. Dibêjin ku 'wexta hûn biçin wargeha me ji bo we çekirin, em ê pere bidin we'. Nazxwazin em biçin Kobanê. Armanca wan ya herî mezin ew e ku Kobanê têkeve destê DAIŞ'ê. Bi vî awayî dixwazin me bêxin dibin kontrola xwe. Gelê kurd bi sedsalan e tên qetilkirin û niha jî ev qetilkirina bi destê çeteyên DAIŞ'ê tê kirin. Ev çete bi taybetî jî ji bo kurdan derketiye holê. Bila her kes bizanin heya YPG/YPJ hebe wê tu kes nekare Kobanê kontrol bike. Em tenê welatê xwe, axa xwe dixwazin. Em pere, erd, xwarin û vexwarinê naxwazin. Tenê Kobanê dixwazin. Em tu carî welatê xwe ji dijmin re bernadin."

'Bila zarokên min li Kobanê mezin bibin'

Welatiyê bi navê Mistefa Kadîr (55) jî yê li wergeha AFAD'ê dimîne jî anî ziman ku şert û mercên konbajarên AFAD'ê gelek dijware. Mistefa got ku ji ber AFAD baş li wan nanêrin diçû karê demsalî yê dikir û li malbata xwe dinerî. Mistefa destnîşan kir ku di çeperên berxwedan Kobanê de du kurê wî têdikoşin û axa xwe diparêzin û wiha got: "Heşt kurê min û heşt keçê min hene, lê ez nizanim li ku derê ne. Edî ez nikarim li xerîbiyê bimînim. Ez bi vî temenê xwe yê mezin jî dixwazim biçim tevlî hevalan bibim û bi wan re axa xwe biparêzim. Du zarokên min şehîd ketin û nevîya min jî 3 meh berê şehîd ket. Em ji derveyî ax û welatê xwe tiştekî din naxwazin. Ji derveyî Kobanê ez nikarim li tu cih din jiyan bikim. Mal û milkê min hemû li Kobanêye. Çeteyan hemû wêran kirin. Lê belê ez mal û milkên xwe jî êdî naxwazim. Tenê ez biçim welatê xwe bes e. Bila ez tazî bim, ne xem e. Ez dixwazim zarokên xwe li Kobanê mezin bikim. Di van wargehan de ewlehiya canê me jî tune ye. Dewleta tirk her tim dijî gelê kurd e. Ji ber vê yekê tu carî baweriya min bi wan nayê.” 

'Ji derveyî Kobanê jiyan li hemû cihan herame'

Welatiya bi navê Xanim Osman (31) dayika 5 zarokane li Konbajarê Rojava dimîn e jî da zanîn ku 3 meh berê keça wê dema li hemberî çeteyên DAIŞ'ê welatê xwe diparast jiyana xwe ji dest da û wiha got: "Dema çeteyan êrîşî Kobanê kirin min heta dawiyê berxwe da. Ji ber ku hevalan xwestin derbikevim ez û 5 zarokên xwe neçar man û em hatin Pirsûsê. Keça min bi navê Dilava li Kobanê û welatê xwe parast. Piştî em hatin Kobanê mehek derbes bû keça min şehîd ket. Hevserê min jî 9 sal berê jiyan xwe ji dest daye. Ez jî sê hefte berê emeliyat bûm. Ger ji ne ji zarokên min ba ez qet ne disekinim û minê li Kobanê li cem hevalan di çeperên pêş de cih girtiba. Ji derveyî Kobanê jiyan li hemû cihan herame."

'Şam şekire, lê welat şirîntire'

Dayika bi navê Zelîxe Bozan (75). Dayika Bozan anî ziman ku ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê neçarman ku cih û warê xwe biterikînin û werin li Pirsûsê di konbajaran de bi cih bibin. Zelîxe diyar kir ku wan li konbajaran gelek zehmetî kêşane û xwest demildest vegere Kobanê û wiha axivî: " Min gelek bêriya welatê xwe kiriye. Zarokên min destûr nade ez biçim Kobanê. Eger destûr bidin ez ê sînor derbaz bikim û biçim Kobanê.” Zelîxe bi van gotinan hezkirina xwe ya welat anî ziman: “Şam şekire, lê welat şirîntire.”

(kom/zt)