Xeta sînor li benda serkeftina Kobanê ye
10:00
JINHA
RIHA – Operasyona paqijkirinê ya ku YPG û YPJ’ê li Kobanê dane destpêkirin ber bi serkeftinê ve diçe. Sevîl Oztunç a ku 112 roj in li sînor nobeta berxwedanê digire nirxandina “Heta ku ez serkeftina Kobanê pîroz nekim ji vir naçim” kir.
Li Kobanê operasyona paqijkirinê ya ku hêzên YPG û YPJ’ê li dijî çeteyên DAIŞ’ê dane destpêkirin di roja 112’yemîn de didome. Roja ku êrişên dagirkirinê dest pê kir heta îro nobeta berxwedanê ya li ser sînor jî bi bîryarike mezin didome. Welatiyê bi navê Alî Erdogan diyar kir ku ew ji Sêrtê hatiye, Husniye Kilinç ê ji Kocaeliyê hatiye jî anî ziman ku ew ji bo piştgiriyê bide vê têkoşîna bi rûmet li sînor e. Welatiya bi navê Sevîl Oztunç ê jî der barê hatina xwe de nirxandina “Heta ez serkeftina Kobanê pîroz nekim ji vir naçim” kir.
‘Nobet ji bo şervanên YPG û YPJ’ê dibe moral’
Welatiyê bi navê Alî Erdogan ê ji Sêrtê hatiye û tevli nobeta berxwedanê bûye anî ziman ku ew berê jî hatiye sînor niha jî 5 roj in li sînor e û wiha berdewam kir: “Gelê kurd geleke mazlûm e, bi salan e di bin zilmê de ye lê dê bi serkeftina vê berxwedana bi rûmet azadiya xwe îlan bike.” Alî bilêv kir ku bi bîryariya li xeta sînor pêş dikeve şervanên YPG û YPJ’ê moralê digirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Divê hemû kes bê vir û piştgiriyê bidin berxwedanê. Berxwedana li virt ê hunandin ji bo şervanên YPG û YPJ’ê dibe moreleke mezin.” Dîsa welatiyê bi navê Huseyîn Kaçar ê ji Sêrtê hatiye jî nirxandina “Heta ku Kobanê bi ser keve dê dilê me bi wan re lêde” kir.
‘Bila ciwan li dijî çeteyan tevli berxwedanê bibin’
Welatiya bi navê Sevîl ostunç a eslê xwe ji Kobanê ye lê beriya 40 salan zewicîye û li Pirsûsê bi cih bûye jî roja ku nobeta berxwedanê dest pê kir heta niha ji sînor veneqetiyaye. Sevîl a ku şahidiya xwe ya ji bo şer bi gotinên “Li wir xizmên me hene. Zarokên me yên di şer de hene. Her bombeyên wê derê di dilê me de diteqe. Em ji bo Kobanê li vir in” anî ziman, diyar kir ku tenê ne kurd li gelek deverên cihanê mirovên ku tên xwedî li berxwedanê derdikevin. Oztunç da zanîn ku heta Kobanê azad bibe dê li sînor nobetê bigire û wiha axivî: “Heta ku ez serkeftina Kobanê pîroz nekim ji vir naçim. Roja ku Kobanê azad bibe ezê biçim û axa azad bibînim û piştre jî vegerim mala xwe.” Oztunç bi gotina “Kal û pîr, jin bila bên li vir bin. Ciwan bila derbasî Kobanê bibin û li dijî çeteyan tevli berxwedanê bibin” bang li gelan kir.
‘Kobanê têkoşîna rûmetê ye’
Xwendekara Zanîngeha Kocaeliyê Husniye Kilinç a ku hatiye xeta sînor û tevli nobeta berxwedanê bûye jî wiha axivî: “Em ji bo ku vê têkoşîna ji bo mirovahiyê tê dayîn, berxwedana li dijî hovîtiyê ji nêz ve bibînin hatin vir.” Kilinç destnîşan kir kul i Kobanê li dijî çeteyan berxwedana rûmetê tê dayîn û ev tişt anî ziman: “Berxwedana li Kobanê pir bi nirx e û di heman demê de têkoşîna rûmetê ye. Ya kum e dikişîne vê derê cewherê vê têkoşîna bi rûmet e.”
(zt)

