Li Cegerxwînê şanoya bi navê Xewnên Cengawerkê hat lîstin
10:13
JINHA
AMED – Li Navenda Çanda Ciwanan ya Cegerxwînê şanoya bi navê Xewnên Cengawerekê hat lîstin.
Şanoya bi navê Xewnên Cengawer ya ku ji aliyê Senaryonivîs Dilşad Huseyîn ve hatiye nivîsandin û derheneriya wê jî Omer Şahîn kiriye hat lîstin. Şagirtên beşa şanoyê ya Navenda Çand û Hunerê ya Dicle Firatê, bi beşdariya bi dehan şanohezan, li Salona Şanoyê ya Navenda Çand û Hunerê ya Cegerxwînê lîstika Xewnên Cengawerkê lîstin. Şanoya Xewnên Cengawer çîroka cengawerk di xeyalan de dijî vedibêje. Cengawer hertim li hêviya daxuyaniyekê ye ku tê de behsa qehremantiya cengawerên kevin dike. Hevjîna cengawer jî ji ber vê rewşê bi gazinde. Piştî ku hevjîna cengawer dibhîze çeteyên DAIŞ’ê êrîşî Şengalê dikin û cengawerên ku li Şengalên bûn Şengal terk kirin, hevjîna cengawer bi xwe radiheje çekê û bi gotina ‘ Îro ne roja te ye, îro roja min e’ şano bi dawî hat.
(şh/zt)

