Kurê Apê Nemir ê siyê piştî dermankirinê car din vegeriya Kobanê

10:20

 


JINHA


RIHA  - Kurê sêyemîn ê ji sembola berxwedana Kobanê Apê Nemir Mûhammed Xelîl, ku dema li nava yekîneyên asayîşê de birîndar bibû û ji bo dermankirinê anîn Pirsûsê careke din vegeriyan Kobanê û tevlî nava refên YPG'ê bû.

Kurê sêyemîn ê Xelîlê Osman (Apê Nemir) Mûhammed Xelîl, ku berî du mehan di şerê li hemberî DAIŞ'ê de birîndar bibû û ji bo dermankirinê ew anîn Pirsûsê û piştî dermankirinê careke din vegeriya Kobanê. Xelîl niha li gel du birayên xwe di nava refên YPG'ê de li ber xwe dide. Apê Nemir ê 67 salî jî, ku di şer de gelek caran birîndar bû û ji ber platîn di milê wî de heye nikare biçe Kobanê, berxwedana xwe li bi girtina nobeda li ser sînor dewam bike.

'Vegeriya cem hevalên xwe'

Apê Nemir diyar kir ku kurê wî berî 15 rojan vegeriyaye cem rêhevalên xwe û anî ziman ku kurê wî Osman Xelîl bavê 5 zarokan û kurê wî yê duyemîn bavê sê zarokan Hesen Xelîl qet Kobanê neterikandine û wiha got: "Kurê min ê sêyemîn ê li Kobanê li ber xwe dide, di yekîneya asayîşê de bû. Dema birîndar bû hat cem me û tedawî dît. Berî 15 rojan jî careke din vegeriya Kobanê cem rêhevalên xwe."

'Kî dikare çekê bigire divê veger cem hevalên xwe'

Apê Nemir anî ziman ku ji ber platîna di milê wî de û ji ber birîna xwe ew nikare vegere Kobanê û wiha axivî: "Li Kobanê erdekî min, milkê min tinebû, lê ew der welatê min e. Ez rehet bibim ez ê vegerim û ji bo azadiya welatê xwe tevlî şer bibim. Dema ji vê derê li Kobanê dinêrim, dilê min dişewite. Dixwazim biçim xaka xwe biparêzim." Apê Nemir banga xwedîderketina li Kobanê kir û got, "Ji vê derê careke din bang li Kobaniyan dikim. Bila biçin Kobanê, xwedî li vê têkoşîna bi rûmet derkevin. Her kesê dikare rahêje çekan divê li cem rêhevalan cih bigirin û tevkariyê li rizgraiya Kobanê bikin."

(zt)