Li sînor silava 112'emîn

11:43

 


JINHA


RIHA  – Berxwedana bêhempa ya şervanên YPG/YPJ'ê ya li hemberî çeteyên DAIŞ'ê di roja 112'an de berdewam dike. Bi sedan welatiyên li ser sînorê Kobanê li gundê Mehser û Misenyterê nobetê digrin jî bi zincîra mirovan berxwedana Kobanê silav kirin.

Berxwedana şervanên YPG/YPJ'ê ya li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê ya li Konbaê di roja 112'an de berdewam dike. Berxwedana nobetê ya li ser sînorê Kobanê û Pirsûsê jî bi tevlîbûnên nû berdewam dike. Di serî gelê kurd li seranserî cihanê gel tê tevlî berxwedanê dibin ji bo derbasbûna çeteyan asteng bikin li gundê Mehser û Miseyneter di nobetê de ne. Bi sedan welatiyên li ser sînorê Kobanê li gundê Mehser û Misenyterê nobetê digrin hatin cem hev bi posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û alên YPG/YPJ'ê hatin rakirin. Di çalakiya zincîra mirovahiyê de deqeyek rêzgirtin ji bo kesên di têkoşîna azadiya gelê kurd de jiyana xwe ji dest dane hat girtin. Piştî rêzgirtinê bi merşa "Şerxa Şoreşê" û dirûşmên "Bijî berxwedana Kobanê" û " Bijî berxwedana YPG/YPJ'ê" dengê xwe gihandin Kobanê.

Piştî çalakiya zincîra mirovahiyê li qada jiyana komun welatiyan dest bi paqijiya derdorê kirin.

(zt)