Dê destûr nedin komkujiya 75'an

12:24

 


Rojîn Denîz - Asiye Tekîn/JINHA


 ŞENGAL - Piştî êrîşên DAIŞ'ê yên li ser Şengalê jinên êzidî yên ku ji gerilayên YJA Starê perwerdeya parastina çewherî girtin, ji bo cardin gelê wan rastî komkujiyan neyên xwe birêxistin dikin.


Piştî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên di 3'yê Tebaxa 2014'an ser Şengalê, ji aliyê êzidiyan ve Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) hat avakirin. YBŞ li bajarên xwe serkeftinê bi dest dixin, li gel HPG'ê di eniyên şerde cih digirin. Weke ku tê zanîn herî zêde di êrîşên çeteyên DAIŞ'ê de jinên êzidî hatin hedef girtin. Li hemberî vê yekê jinên êzidî di nava refên YBŞ'ê de cih girtin, hêza parastina xwe ya çewherî avakirin û li dijî dagirkeran axa xwe diparêzin. Jinên êzidî yên ku li gel hêzên YJA Starê têkoşînek hevpar dimeşînin, bi awayekê aktîf tevli hemleya azadiya Şengalê dibin.  Şervana YBŞ'ê Zîlan Laleş der barê tevibûna xwe ya têkoşînê de axivî û diyar kir ku ew ji ber berxwedane bi hêvî dide meşandin gelek bi keyfxweşe.


‘Ger şermek hebe ew jî ne parastina gelekê xwe ye’


Zîlan da zanîn ku ew ê Şengala xwe ji destên DAIŞ'ê azad bikin û wiha got: "Piştî êrîşên çeteyan min li gel gerîlayên YJA Starê perwerdeya xwe parastinê dît. Em dizanîn ev êrîşên li ser gelê êzidî, ji aliyê kê ve pêk tên. Ez dixwazim ku kesên, tevlibûna jinan a şer weke şerim dibînin, bizanibîn ku îro şerma herî mezin kole kirina me jinane. Ger tişteke ku weke şermê bê dîtin, gelê xwe neparastine û di şerê parastinê de cih negirtine.”


‘Dê careke din komkujî pêk neyên’


Zîlan ragihand ku ji ber êzidiyan parastina xwe ya cewherî ya birêxistinkirî pêş nexistine, ji dîrokê heya niha rastî komkujiyan tên û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Ji ber ku rêxistin û parastina me ya çewherî tunebû, em rastî 74 komkujiyan hatin. Jinên êzidî jî tim mafên wan hatine binpêkirin, qet dibistan nexwendine û derneketine ji derve. Li ser me dê êdî carekedin komkujî pêk neyên. Ji bo vê çi ji me tê xwestin emê bikin. Ji ber vê yekê divê hemû jinên ciwan û ciwanên êzidiyan gelê xwe biparêzin.”  


‘Em wan jinan ji bîr nakin’


Şervana YBŞ'ê Besê Sozdar jî anî ziman ku ew ji bo azadiyê di çeperên şer de cih digre û wiha got: "Bi hezaran jin û zarokên êzidiya hîna jî di destên DAIŞ'ê de ne. Îro roja parastina şeref û namusê ye. Dîmenên jinên şengalê yên ku li pazaran hatin firotin qet li ber çavên min naçe. Divê em wan jin û zarokan jibîr nekin. Heya ku dilopek xwîna me jî mabe, tiştên ku me jiyan, em ê ji bîr nekin. Gerîlayên YJA Starê hatin Şengelê û perwerdeya xwe parastinê dan me. Ji bo ku em rûmeta xwe biparêzin, bang li hemû jinên êzidî dikim ku tevli refên YPJ'ê bibin û xwe biparêzên."


Dê xeta azadiyê bernedin


Yek ji fermandarê YBŞ'ê Dêrsim Şengalî jî diyar kir ku wan bi ramanê Rêber Apo xwe birêxistin kirine û wiha bilêv kir: "Em ji Rêber Apo û PKK'ê fêrî xeta azadiyê bûn. Me ev yek dereng nas kir, lê em ê tu carî dev ji vê xetê bernedin. Divê em êdî pişta xwe bi tu kesî gerim nekin. Ji bo ku êdî kes pişta xwe nedê me û nerevin. Kesên ku tevli berxwedanê nabin û axa xwe naparêzin, bila tu carî nebêjin em êzidîne. Îro roja parastina şeref û têkoşînê ye. Jinên berê kolebûn û di heman demê de koleyê zilam û dewletê bûn. Divê em êdî koledariyê qebûl nekin."  


(aw)