Îstixbarata Îranê sê jinên kurd yên xwendekar revandin
12:42
JINHA
TAHRAN – Çar roj berê 3 aktîvîstên mafê mirovan yên li Zanîngeha Tahranê dixwendin ji aliyê Servîsa Îstixbaratê ya Îranê ve hatin revandin. Hîna ji her 3 xwendekaran tu agahî nehatiye girtin. Xizmên Şîlan, Kevser Rehmanî Pur û Çinur Ebasi li aqubeta zarokên xwe dipirsin lê hîna tu agahî bidestnexistine.
3 jinên ciwan yên kurd ku hem li Zanîngeha Tahranê dixwendin û hem jî weke aktîvîstên mafê mirovan kar dikirin û ji bo jinên girtî ji saziyên dewletê yên peyîwendîdar re name dinivîsîn. Ji 1’ê Çile ve her sê jinên ciwan yên bi navê Şîlan, Kevser Rehmanî Pur û Çinur Ebasi ji aliyê Servîsa Îstexbarata Îranê (Îtlaat) ê ve hatine revandin. Malbatên her sê jinên xwendekar ji bo aqubeta zarokên xwe serî li saziyên dewletê yên peyîwendîdar dan lê hîna tu agahî nehatine girtin.
Welatiyê agahî da JINHA yê û ji ber ewleyê nexwest navê xwe bide diyar kir ku berî niha ji bo rewşa girtiyên jin yên di Girtîgehên Îranê de her sê jin jî di navê de 18 parêzvanên mafê mirovan ji Serkomarê Îslama Îranê Ayetullah Ali Hamaneyî û Meclisa Îslamiya Îranê re name şandin. Heman kes da zanîn ku hema piştî şandina wan nameyan her sê jin ji aliyê Servîsa Îstixbarata Îranê ve hatin girtin û ev çar rojin ji wan agahî nayê girtin.
(zt)

