Lîstika bi navê Mars li Cegerxwînê hat lîstin

10:33

 


JINHA


AMED – Li Navenda Çand û Hunera Ciwanan ya Cegerxwînê, lîstika komedi ya bi navê Mars hat lîstin.


Şanoya komedi ya bi navê Mars ya ku ji aliyê şagirtên beşa Şano ya Navenda Çand û hunerê ya Dicle Firat ê hatibû amadekirin li Salona Şanoyê ya Navenda Çand û Hunera Ciwanan ya Cegerxwînê hat lîstîn. Lîstîka Marsê ji aliyê Senaryonivîs Metîn Ewr hatiye nivîsandin, derhunerê wê jî Geyasettin Şehîr e. Bi beşdariya bi dehan şanohezan listik hat lîstin. Çîroka lîstikê derbarê girûpek ji Rojhilata Navîn hatiye hilbijartin ji bo ku herin Marsê.  Girûpa ku ji kesekî ereb,faris,tirk û kurd pêk tê diçin Marsê, pirsgirêkên belavkirina erd dîsa li Masrsê derekevin holê û kesê kurd bê par dimîne, kesê kurd di dawî de xweseriya demokratîk  bi kesên ji netewên din dide qebûlkirin û şano bi dawî dibe.


(şh-bc/zt)