Din ava hefteyekê de Rejîma Îranê 30 welatî darvekirin
11:37
JINHA
NAVNEDA NÛÇEYAN - Di nava hefteyekê de li tevahiya Îranê 30 welatiyên girtî û di girtîgehên Îranê de dihatin kirtin li pêş çavê gel hatin darvekirin.
Din ava hefteya derbasbûyî de 30 welatiyên ji herêmên cuda yên Rojhilatê Kurdistanê û tevahiya Îranê ji aliyê Rejîma Îranê ve hatin darvekirin. Roja duşemê 7 welatiyên ji Sine, Kirmanşan û Şîrazê bi bihaneya ku madeyên hişber kirîn û firotine, di Girtîgeha Urmiyê de hatine darvekirin. Roja sêşêmê jî 3 welatiyên din di zindana Adilabada Şîrazê de hatin darvekirin. Herwiha roja çarşemê hemwelatiyek di Girtîgeha bajarê Zahidan û welatiyek din ji yê 30 salî ku bi xwe xelkê Qûçana Xorasanê ye di zindana bajarokê Nûşehir de tê darvekirin. Herwiha welatiyek kurd ê ku bi eslê xwe ji bajarê Selmasa Rojhilatê Kurdistanê ye bi destê Rejîma Îranê hatiye darvekirin. Herwiha roja pêşemê jî cezayê darvekirina 4 jinan di Girtîgeha Bem, 2 mêr di Girtîgeha Navendîiya Bender Ebasê, 7 mêr di Girtîgeha Şehab a Kermanê û welatiyek kurd jî di Girtîgeha Qezvînê de hatine darvekirin. Bi giştî li gorî agahiyên hatine girtin din ava hefteyekê de li Îranê 30 welatî hatine darvekirin.
(zt)
