Di bin baranê de Kobanê hat silavkirin
11:47
JINHA
RIHA - Bi sedan kesên li gundê Mehser û Miseynterê hatin cem hev ligel hewaya sar di roja 113’emîn de berxwedana Kobanê silav kirin.
Berxwedana Kobanê ya li dijî çeteyên DAIŞ’ê di roja 113’emîn de berdewam dike û her wiha nobeta sînor ya li gundê Mehser û Miseynterê bi coşek mezin didome.Ligel hewaya sar û şiliyê bi sedan kes li gundê Miseynter û Mehserê hatin cem hev, zincîra mirovahiyê ava kirin, berê xwe dan Kobanê û berxwedan silav kirin. Posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên YPG’ê hatin hildan û sirûda Çerxa Şoreşê hat xwendin.
Her wiha dirûşmeyên ‘bijî berxwedana Kobanê, bijî berxwedana YPG-YPJ’ê, Silav silav ji Kobanê re hezar silav û Dîsa dîsa serhildan serokê me Ocalan’ berzkirin. Piştî çalakiyê paqijiya derdorê hat kirin.
(zt)

