Li taxa Miştenûr ya Kobanê pevçûnên dijwar didomin

13:19

 


JINHA


KOBANÊ – Hêzên YPG’ê du dibistanên din û avahiya Saziya Civakên Sivîl ên bajarê Kobanê ji çeteyan paqij kirin. Niha li taxa Meştenûrê di navbera şervanên YPG’ê û çeteyên DAIŞ’ê de şer û pevçûn diqewimin.

Di çarçoveya operasyona paqijkirina bajarê Kobanê ya ji çeteyên DAIŞ’ê de, şevê din gelek deverên rojhilatê bajêr ji çeteyan hatin paqijkirine. Di operasyonê de şer û pevçûn di navera şervanên YPG’ê û çeteyên DAIŞ’ê de heta vê sibê berdewam kirin. di encamê de 11 çete hatin kuştin. Her wiha di encama operasyonê de dibistana Sînaa, dibistana El-Rîfiyê, avahiya Saziya Civakên Sivîl û avahiya Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyeyê (Konferans) ji çeteyan hatin paqijkirin.
Çavkaniyên hêzên YPG’ê diyar kirin ku çeteyên DAIŞ’ê beriya ku birevin bêtirî 60 mayiînan li van deveran çandinbûn û şervanan jî hemû mayîn bêbandor kirine. Hate ragihandin ku li taxa Meştenûr a başûr-rojhilatê bajêr di navbera şervanên YPG’ê û çeteyên DAIŞ’ê de şer û pevçûnên dijwar diqewimin. Di encama şer û pevçûnênd de heya niha 2 kolan ji çeteyan hatine paqijkirin û gelek cebilxane jî hatin destserkirin.

Pevçûn li taxa Miştenûr bi dijwarî berdewam dikin.

Li eniya berxwedanê ya başûrê bajêr jî şevê din li nêzî nexweşxaneyê di navbera şervanan û çeteyan de pevçûnên dijwar rû dan. Di encamê de 3 çete hatine kuştin.

(zt)