Li Bilbila Efrînê jin perwerdeya xebitandina çekan dibînin
13:33
JINHA
EFRÎN - Jinên navçeya Bilbilê yê girêdayî herêma Efrînê li ser banga Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan xwe fêrî bikaranîna çekan dikin.
Di çarçoveya xwe amadekirina ji rewşên awarte û şer re ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan banga vê yekê kiribû. Jinên navçeya Bilbilê ya girêdayî herêma Efrînê ji hêzên YPJ’ê xwestibûn ku dewreyeke fêrbûna bikaranîna çekan ji wan re veke. Li ser vê yekê hêzên YPJ’ê jî daxwaza jinan pêk anîn. De dewreyê de jinên beşdar fêrî pikaranîna çekan, vekirin û siwarkirina parçeyên çeka kilaşnîkofê û çawaniya parastina xwe û di rewşên awarte bûn.Jinên ku tevlî perwerdeyê bûne ji gundên " Xidirya, Heyama, Şêxxorzê, Elî Cawarê û Qirgolê" her wiha ji naveda navçeyê jî jin tevlê bibûn. Hat diyarkirin ku ev dewre dê heta hemû endam bighêjin asteka karibin parastina herêma xwe bikin berdewam bike.
Jinên ku tevlî perwerdê bûn bang li tevahî jinan kirin ku xwe fêrî karanîna çekan bikin.
(zt)

