Şervana YPJ’ê Agirî li eniya başurê Kobanê cîh digire

13:45

 


JINHA


KOBANÊ - Şervana YPJ’ê ya bi navê Agirî Reqqa bi daxwaza dê û bavê xwe tevlî nava refên YPJ’ê bûye. Di tolhildana şehîd Viyan Rustem de cih girtiye. Niha Agirî Reqqa li ser çeka bîsfîngê berxwedana xwe didomîne û li eniya başûr di çeperên berxwedanê de li hember çeteyên DAIŞ’ê şer dike.


Li gorî nûçeya rojnameger Dîcle Musa Şervana YPJ’ê ya bi navê Agirî Reqqa ya 19 salî ku malbata wan ji 9 kesan “4 xwîşk û 3 bira” pêk tê. Agirî keça mezin a malê ye û di 10’ê tebaxa 2013’an de li herêma Kobanê li ser daxwaza dayîk û bavê xwe tevlî nava refên YPJ’ê dibe. Agirî destpêkê 15 rojan navendên hêzên YPG’ê perwerdeyên leşkerî û ramiyarî dibîne. Piştre cihê xwe di çalakiyên leşkerî yên gundê Borazê yê rojavayê herêma Kobanê dibe.


Bi îradeya xwe û li ser daxwaza malbata xwe tevlî nava refên YPJ’ê dibe


Agirî derbarê tevlîbûna xwe ya nava refên YPJ’ê de wiha axivî: “Jiyana min a civakî pir tevlîhev bû. Min xwe kêmî xurtan ne didît. Ez xwe wekî keçeke serbixwe xwe dibînim. Tiştê min dixwest min dikir.” Agirî got ku wê jiyana şoreşgerî di riya mêvaneke bi navê Zozan re nas kiriye û wiha domand: “Ez bi wê re digeriyam, em diçûn merasîmên şehîdan. Ez bi şehîdan pir bandor dibûm. Min bi malbata xwe re got ez dixwazim tevlî nava refên YPJ’ê bibim. Di dest pêkê de malbata min bûn asteng, dema dîtin ez li ser biryara xwe îsrar dikim rê li pêşiya min vekirin û bi xwe ez tevlî nava refên YPJ’ê kirim.”


‘Hevala min jî tevlî nava refên YPJ’ê bû’


Agirî di nava axaftinên xwe de wiha got ku ew û hevala xwe ya bi navê Merwa gelekî ji hev nêzîk bûn û wiha anî ziman: “Dema hevala min Merwa dihat ba min, bavê wê gelekî aciz dibû û nedixwest ku Merwa bi min re bigere. Merwa di mala xwe de pir êş dikşandin. Beriya niha bi çend mehan min ew dît. Ez matmayî mam haya min jê tune bû ku tevlî nava refên YPJ’ê bûye, çawa min ew dît min hemêz kir û ez bi tevlîbûna wê pir kêfxweş bûm. Em demekê bi hev re man. Merwa ji min re got ku em niha dikarin serbest bi hev re biaxivin û kes nikare li pêşiya me bibe asteng.”


‘Beriya ku ez wê bibînin min jê hez kir’


Agirî di berdewama axaftina xwe de wiha pêde çû: “Hevalên me pir behsî hevaleke jin a bi navê Viyan Rustem dikirin. Ew li ser şervanên nû disekinî. Bi qasî ku behsa fedekartiya wê dikirin, beriya ku ez bibînim min jê hez kir. Min bi hevalên xwe re digot eger ez şehîd ketim bi hevala Viyan re bibêjin hevalekê tu nedîtiye lê pir ji te hez kiriye. Carekê em li navenda gundê Zormixarê bûn. Ez di wê rojê de xwarinpêj bûm. Hevala Kacîn hat û ji min re got hevala Viyan hatiye. Ji bo ez hevala Viyan bibînim min ji Hevala Kacîn xwest ku li şûna min xwarinê amade bike. Ez çûm hundir heval pir bûn lê ez çûm gel wê min got tu ne heval Viyanî?. Ez wê nas nakim lê min hîs kir ku ew e. Min ew hemêz kir û jêre got ‘Rast e, min tu nedîtiye lê ez pir ji te hez dikim.’ Şehîd Viyan Rustem hingê keniya û min xwe bi wê da naskirin.


Piştî çend mehan ez di yekîneyekê de di bin fermandariya Şehîd Viyan de hatim erkdarkirin û min 15 rojan li rex wê re şer kir. Carekê ez çûm gira nêzî girê Îzaê gel heval Viyan min dît ku ew nexweş e ji sermayê gulçikên wê dêşiyan û dermanekî ku ez bidim wê tune bû. ji bo germ bibe min şûtika xwe vekir û li nava wê pêça û min hin dar şikandin û ar pêxist. Piştre hevalan betaniyek anî. Piştre ez vegeriya gira Îzaê û gira li pêşiya me girûpa şehîd Viyan bû. Xeber ji me re hat ku girûpa li pêşiya me dijmin li aliyê din ziviriye û hevalên li wir Şehîd ketine û di nav de hevala Viyan e. Min bawer nekir û ez hîn jî bawer nakim. Şeva din me li gir çalakiyek li dar xist û çete jê derxist. Min sakoyê hevala Viyan dît hêstir bi çavên min ket min nikarî xwe bigirta û hema ez qiriyam, goleyek li paş serî ketiye xwîna wê li ser e. Xwîna hevalan li erdê bû. Ez qet wê roja reş ji bîr nakim, heta ku rojek ji jiyana min hebe ez ê tola şehîdan hilînim.”


Niha Agirî Reqqa li ser çeka bîsfîngê berxwedana xwe didomîne û li eniya başûr di çeperên berxwedanê de li hember çeteyên DAIŞ’ê şer dike.


 (zt)