Li konbajarê Arîn Mirkan 3 jinên kurd hat bi bîranîn
08:29
JINHA
RIHA - Sê jinên kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez li konbajarê Arîn Mîrkan hatin bîranîn.
Li Pirsûsê bi pêşengiya Navenda Çand û Hunera Amarayê li Mala Çand û Hunera ya Delîlayê ya Konbajarê Arîn Mîrkan 3 jinên siyasetmedar Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ku li Parîsê di 9’ê çileya 2013’an de hatin qetilkirn, hatin bibîranîn. Hevseroka Meclîsa Edalet û Hiqûqê ya Kantona Kobanê Fayza Abdî, Gerînendeya Navenda Çand û Hunera Amarayê Jiyan Yildiztekîn, endamên meclîsa şaredayê Pirsûsê û gelek welatîyên Kobanê beşdarî bîranînê bûn. Li konê bîranînê de posterên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, 3 jinên siyasetmedar, alên PKK û YPG'ê hatin daliqandin.
'Navên xwe bi herfên zêrîn li dîrokê nivîsandin'
Bîranîn bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştî rêzgirtinê Feyza Ebdî axivî û bal kişand ser êrîşên û qetilkirinên li ser jinên kurd û wiha got: "Ev qetliam ne ji rêzê ye. Bi komploya hêzên navneteweyî û bi tiliya dewleta Tirkiyeyê hatine qetilkirin. Em ve komploya şermezar dikin. Yên ev qetlîam pêkanîn, ji hêza jinên kurdan ditirsin. Ev kes xwestin îradeya jinên kurd bikujin. Lê her diçe jinên kurd xurt dibin û navên xwe bi herfên zêrîn li dîrokê de nivîsandin. Hemû dinya dîtin ku jinên kurd bi berxwedana Kobanê bi navê YPJ'ê de navê xwe bi dinê de belav kirin û gihaştin asta herî jor."
Piştî axaftinê li ser jiyana Sakîne, Fîdan û Leyla sînevîzyon hate pêşandan û bîranîn bi dirûşmeya "Şehît namirin" bi dawî bû.
(kom/zt)

