'Jinan bingihê aboriyê avakiriye'
09:12
Bacı Anuk / JINHA
ERZIROM – Hevşaredara navçeya Gorsiya Erzurumê Zeynep Bingol rola jinan di aboriyê de nirxand. Zeynep diyar kir k udi herêmê de jinan bingehê aboriyê avakiriye û got: “Li gel wê jî di aboriyê de cih jinan tune dihesibînin.”
Li gorî Îstatistîka Zayendiya sala 2013’an din ava 136 welatan de Tirkiye di rêza 120’an dene. Li gorî wê encamê Tirkiye di mijara zayendiyê de di rêza welatên herî paşketidene. Tevger û rêxistinên jinan rastî astengiyên mezin tên. Li Tirkiyê yek ji pirsgirêkên sereke jî keda jin di malê de dide nayê dîtin. Bi tayîbetî jî di herêmê de jin hemû berpirsyariya jiyanê didin ser milê xwe li gel wê jî ji derveyî jiyanê tên hiştin. Hevşaredara navçeya Gorsiya Erzurumê Zeynep Bingol li herêmê rola jinan di aboriyê de nirxand.
‘Di aboriyê de cihê jinan tune tê hesibandin’
Zeynep li herêmê rola jinan di aboriyê de wiha nirxand: “Li navçeya me herî zêde ajalvanî tê kirin, lê di ajalvaniyê de keta jinan tune tê hesibandin. Ji despêkê heya niha mijarek ya ez jê bêzar dibim heye. Din ava milkê weke yê mêr tê zanîn keda jinan jî heye. Keda herî mezin ya jinane, lê bi gotinên weke ‘Ji bovê min ji bom in maye.’ Wê demê çima gotinên weke ‘Milkê ji diya min mi bo min mayî’ nabêjin. Ev bi xwe jî bêmafiyek mezine. Ji ber li cihê keda jinan tune tê hesibandin em jî tune dibin.”
Dê keda jinan bêdîtin
Zeynep destnîşan kir ku weke şaredarî ji bo jinan projeyên wan henû, ew dixwazin jin beşdarî wan pirojan bibin û wiha got: “Jin bi keda xwe hem hêza xwe ya cewherî nîşan dide hem jî baweriya xwe bi xwe zêde dibe û keda xwe ber bi aboriyê ve diherikîne. Bi salane ev keda jinan tune hatiye hesibandin.”
‘Cihê herî bedew jî welatê meye’
Zeynep anî ziman ku xwezaya Gorsi gelek cihek bedew û dewlemende û wiha domand: “Divê em axa xwe neterikînin. Piştî koçberiyan zarokên me mexdur dibin, jin xwe bêçare hîs dikin, mirov dikare din ava nerêniyek mezin de bibîne. Jin naxwazin ji ser axa xwe koç bikin. Ji ber cihê herî bedew, xweş û rast welatê meye.”
‘Ji nava qaliban derxistina jinan peyîwira me jinane’
Zeynep bilêv kir ku ji derveyî daxwaza jinan şêweyek yê jiyanê ser wan ferz dikin û wiha berdewam kir: “Hinek jinên li gorî tore û edetan dijîn û bi wî awayî aboriya xwe di destê xwe de dihêlin jî hene. Ji nava qaliban derxistina jinan peywira me jinane.”
(zt)

