‘Em bimirin jî em naçin konên dagirkeran û dijminan’
09:20
JINHA
RIHA - Welatiyên Kobanê yên li Pirsûsê, bi operasyonên şervanên YPG/YPJ'ê re li benda mizgîniya vegerê ne. Welatiyên Kobanê nerazîbûn nîşanî konbajarê dewletê yên AFAD'ê dan. Welatiyan anî ziman ku ew naxwazin biçin konbajarên AFAD'ê û dixwazin li Kobanê vegerin. Jina bi navê Aliya Mislim diyar kir ku Dewleta Tirkiyeyê naxwaze ew biçin Kobanê û armanca wan a herî mezin dixwazin Kobanê têxe bin îradeya DAIŞ'ê û got: "Em bimirin jî em naçin konên dagirkeran û dijminan."
Êrîşên çeteyên DAIŞ'ê ji 15 Îlonê de vir ve li ser Kantona Kobanê didome û her diçe çete têk diçin. Berxwedana bêhempa ya şervanên YPG/YPJ'ê jî ya li hemberî çeteyan di roja 114'an de berdewam dike. Şervanên YPG/YPJ'ê di çarçoveya operasyonên xwe de gelek taxên Kobanê xistin bin kontrola xwe. Bi deh hezaran welatiyên Kobanê yên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê neçar man axa xwe biterikînin, êdî vedigerin Kobanê. Welatiyên Kobanê yên li navend û gundên Pirsûsê û di konbjaran dimînin jî bi kelecanekê mezin li hêviya vegera axa xwe ne û bi sedan malbat jî vedigerin Kobanê. Di destpêka şer de şaredariya Pirsûsê û welatiyên Pirsûsê xwedîderketinek mezin û destanî nîşan dan.
'Kurd êdî bûn xwedî îrade'
Jina bi navê Aliya Mislim (41) a bi keça xwe re hatiye Pirsûsê û li embarê dimînin diyar kir ku heta bijîn nikarin mafên gelê Pirsûsiyan bidin. Alya destnîşan kir ku gelê kurd bi sedsalan di bindestiyê de dijîn û got ku êdî dawiya vê zilmê hatiye û wiha axivî: "Em Kurd êdî bû xwedî îrade. Berxwedana Kobanê û şervanên YPG/YPJ'ê gelê kurd bi dinê re da nasîn. Şervanên me hemû bi esîl in. Ev çeteyên qirêj jî ne diyarin bê ji ku nin, ji kî derê de hatinin. Dermanan li xwe dixin û wek kuçikan êrîşî welatê me dikin. Em welatekî xîzan bû. Ji bo çi Kobanê? Sedema wê çi bû? Qaşo li ser navê Îslmaiyetê şer dikin. Mislimantiya we bi serjêkirina mirovan e? Bi berxedana şervanên me dawiya wan hatiye. Êdî rizgariya Kobanê nêz e. Divê em li ser navê Îslamiyetê şer dikin. Tu eleqeye wan bi Mislimantiyê tune ye."
'Neketına kobanê dı hundırê erdogan de bû kul'
Aliya gotina Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan a gotibû "Kobanê li ber ketinê ye" bi bîrxist û wiha domand: "Serokê Tirkan bi vê gotina xwe dijminatiya xwe derxist holê. Kobanê neket. Ev di hundirê wî de bû kul. Şervanên me li hemberî çekên giran bedena xwe kirin bombe û xwe bi dijmin de teqandin. Bi vê îradeya me û baweriya me ti carî Kobanê nakeve. Ez bawerim ku di hundirê hefteyekê de dê Kobanê rizgar bibe û êz ê rojek berî rojek ê biçim Kobaniya xwe ya rengîn. Dewleta Tirk dibêje me ji we re konbajarekî mezin çekiriye. Gelo ev konbajar ji bo me ye yan jî ji bo DAIŞ'ê ye? Dewleta Tirkiyeyê naxwazin em biçin Kobanê û armanca wan a herî mezin dixwazin Kobanê têxe bin îradeya DAIŞ'ê. Ez bimirim jî ez na.im konên dagirkeran û dijminan."
'Têkevım bın topên çeteyan jî e naçım mala dıjmın'
Dayika 6 zarokan bi navê Cîhan Ebdo (30) di firinê de dimîn e jî bi lêv kir ku ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê neçar mane û bi xwestaka YPJ/YPG'ê hatine Pirsûsê. Cîhan destnîşan kir ku Dewleta Tirkiyeyê ji hêlekê ve alîkariya çeteyên DAIŞ'ê dikin û ji aliyê dinê ve dibêjin em alî we dikin. Cîhan da zanîn ku bi operasyonên paqijkirina şervanên YPG/YPJ'ê bi kêfxweş bûne û dixwazin demek ji ya din zûtir biçin axa xwe û got, "Ne ji nexweşiya kurê min ba ez ê niha biçûma Kobanê. Kurê min ji dilê xwe nexweş e. Ji bo emeliyata wî ez li vê derê sekinîm e. Hikûmeta Tirk ji me re dibêjin werin konên me. Em ê li vê firina xerabe bimînim, li derve razêm, têkevim bin topên çeteyan lê ez dîsa jî naçim mala dijmin. Bi çi rûyî dibêjin werin? Em ê biçin welatê xwe. Ti kes nikar e me ji welatê me dûr bixin. Ez heriya welatê xwe bixim, ji goştê tirkan xweştir e. Ji bo alîkarî û xwedîderketina hemû gelê me dikim û bi berxwedana YPG/YPJ'ê dê em ê bi serkevin û ew ê Kobaniya me ya rengîn ji çeteyên hovanê paqij bikin."
'Ez dıxwazım lı welatê xwe mezın bıbım'
Keça Cîhan Ebdo bi navê Şevîn Ahmet (9) jî bi temenê xwe yê biçûk neçar maye û bi malbata xwe hatiye Pirsûsê, di firinê de dimîn e û der barê welatê xwe ev tişt anî ziman :"Ti der nabe wek welatê me. Ax û heriya welatê me berî her tiştî ye. Ez heriya Kobanê bi derekê nadim. Ez dixwazim dûrî welatê xwe nekevim û dixwazim li welatê mezin bibim. Ez dixwazim biçim Kobanê axa wê ramîsînim."
'Ez dıxwazım lı welatê xwe bımırım'
Welatiyê bi navê Xelîl Hemed (66) li taxa Cûmhûriyetê di embarê de dimîn e jî anî ziman ku heta niha welatê tirkan ji wan re ne bû ye war û ti tiştekî ji dewleta tirkan naxwaz e. Hemed xwest roj berî rojekê biçe welatê xwe û wiha pê de çû: "Em konan naxwaz e. Ti kes hêz nikar e min li vê derê bigre. Ez dixwazim li welatê xwe bimirim. Bi berxwedana hêzên YPG/YPJ'ê û bi îzna xwedê ew ê Kobanê rizgar bibe."
'Em vê yekê jı wan re nahêlın'
Dayika 3 zarokan a bi navê Makbûle Bozan jî der barê konbajarê AFAD'ê û li ser rizgarbûn û vegera Kobanê ev tişt got: "Çeteyên DAIŞ'ê bi serê xwe derneketiye holê. Di serî de tiliya Dewleta Tirkiyeyê jî heye. Em vê yekê ji wan re nahêlin. Em ji wan re bihelin jî, zarokên me dê tola me ji wan hilîn e. Mirina li welatê xwe, çêtir e ji welatê xerîb."
(kom/zt)

