'Em ê heta dawiyê li cem gelê Kobanê bin'

09:36

 


JINHA


RIHA - Berxwedana şervanên YPG/YPJ'ê ket ket merheleyek nû. Di vê merheleyê de şervanên YPG/YPJ'ê dest bi operasyonên paqijkirinê kirin û van operasyonan hêviyeke mezin da Kobaniyên li Pirsûsê ji bo vegerê.


Ji 15'ê Îlonê û vir ve bi êrîşên çeteyên DAIŞ'ê re bi hezaran welatiyên Kobanê neçar man axa xwe ya pîroz biterikînin û koçberî Pirsûsê bûn. Di vê koçberiyê de di serî de gelê Pirsûsê gelê li herêmê xwedî li Kobaniyan derket û bi şev û bi roj bi ruhekî fedekarî tevgeriya. Ev berxwedana şervanên YPG/YPJ'ê ket roja 114'an û merleyeke nû destpê kir. Di vê merhelê de şervanên YPG/YPJ'ê dest bi operasyonên paqijkirinê kirin û van oeprasyonan ji bo vegerê hêviyeke mezin dan Kobaniyan. Piştî pêşketina şervanên YPG/YPJ'ê bi sedan malbat vedigerin Kobanê. Ji welatiyên Pirsûsê Azîz Aslantekîn (37) anî ziman ku di çawa di destpêka şer de li cem gelê Kobanê bûn dê bi vî rengî heta dawiyê li cem wan be. 


'Ji bo avakırına kobanê bar hılgırın'


Azîz destnîşan kir ku ji bo vegera gelê Kobanê çi ji destên wan bê wê bikin û got: "Divê her kes ve baş bizanin, Kobanê û  Pirsûs yek e. Ti kes nikare goşt û neynûka ji hev veqetînin. Kobanê bê Pirsûs, Pirsûs bê Kobanê nabe. Ji ber vê yekê heta gelê me yê Kobanê bi welatê xwe baş bi cih nebe, sekin ji bo me nîne." Welatiyê bi karê konfeksiyonê de dixebite yê bi navê Osman Yildizier (42) got ku ji destpêkê ve îmkan û xizmetên xwe bi ruheî seferberî ji bo gelê Kobanê kirine û got: "Ne tenê gelê Pirsûsê, dive gelê herêmên din jî ji bo avakirina Kobanê bar hilgire ser milê xwe. Her kes gorî îmkanên xwe divê ji bo bi cihkirina gelê me yê Kobanê bi şev û roj bixebitin."


'Dem dema yekîtıyê ye'


Ahmet Balî (23) jî bal kişand ser xwedî derketina gelê Pirsûsê û şaredariya Pirsûsê û got: "Di destpêkê de gelê me û şaredaririya me hembêza xwe vekirin. Em jî wek gelê Pirsûsê em her tim li cem wan e. Heta dawiyê jî em ê bi birayên û xwişkên xwe re bin. Em nabêjin va me wan vehewand. Heta rizgar nebe û heta gelê me yê Kobanê baş bi cih nebin em ji cem wan naçin. Hevalên Kurdan ti kes tineye. Em tenê divê em li xwe xwedî derbikevin. Eger em li hev xwedî dernekevin em ê her tim wiha rastî êrîşên çeteyên bê esîl bên. Dem dema yekîtîya Kurdan e. Bilar her kes ji bo Kobanê û Şengalê bi ruhê seferberiyê ji bo xwişk û birayên xwe bixebitin."


Welatiyê bi karê gulfiroşiyê re mijûl e Omer Mercan (45) diyar kir ku ev roja roja mirovahiyêye got ku divê her kes guh bide vê mirovahiyê. Omer bi lêv kir ku ti wateya sînorên sûnî nemaye û got: "Her kesî dît ku ti kes nikare me û Kobanê ji hev cûda bikin. Me çawa mala xwe bi wan re parve kir, em ê biçin Kobanê jî ji bo bi cihkirina wan jî bixebitin. Ev çeteyên hovanê mal û warên hemû hilweşandiye. Divê em bêhtir bixebitin ji bo gelê me yê Kobanê."    


'Ruh û canê me bı gelê kobanê re ye'


Karkerekî di karê kirtasiyê de dixebite jî wiha axivî: "Zêdeyî çar meh in çete êrîşî Kobanê dikin. DAIŞ nikare bi tena serê xwe vê bike. Di serî de bi hevkariya hikûmeta AKP'ê êrîşî Kobanê kirin û bi hêza şervanên YPG/YPJ'ê ev êrîşên wan vala derketin. Gelê Pirsûsê her tim li Kobaniyan xwedî derketin. Ti carî ew tenê ne hiştin. Her diçe şervanên berxwedêr bi pêş ve diçin û dest bi oparasyonên paqijiyên kirin. Ji ber vê yekê êdî dixwazin vegerin welatê xwe. Divê em jî îmkanên xwe seferber bikin. Çimento be, şîş be, tûgla be, pirekêt be hwd. Çi dibe bila êdî bila her kes bibîne gelê Kobanê ne bêxwedî ye. Ruh û canê me her tim bi wan re ye."


(kom/zt)