Li ser axa pîroz YPJ -Şengalê hat avakirin

09:50

 


Rojîn Denîz/Sara Xwînda/JINHA


ŞENGAL – Jinên ku di nava Yekîneyên Berxwedana Şengalê de cih digirin, yekem civîna xwe ya xweser li dar xistin. Jinan di encamnameya civîna xwe de avakirina Yekîneyên Parastina Jin-Şengal (YPJ-Şengal) ragihandin. Jinên ku di nava Yekîneyên Berxwedana Şengalê de cih digirin, îro li Şengalê yekemîn civîna xwe ya xweser li dar xistin. 27 keçên ciwan ên Êzidî û 17 gerîlayên YJA-Star tevlî civînê bûn. piştî civîn bi dawî bû, encamnameyek hate belavkirin. Li gorî encamnameya civînê jinên Êzdî ku di nava refên YBŞ’ê de cih digirin, ji niha û pêve dê wekî YPJ-Şengal têkoşîna xwe bidomînin.


Di encamnameya civînê ya fermandariya YPJ-Şengalê de wiha hat gotin; “27 keçên ciwan ên Êzidî û 17 gerîlayên YJA-Star tevlî civînê bûn.”Fermandariya YPJ-Şengalê diyar kir ku di civînê de biryarbûnekî di asta jorde hatiye girtin û wiha dewam kir; “Li ser vê bingehê weke rêxistina YPJ-Şengalê; li ser xeta Ş. Bêrîvan (Binevş Agal), Ş. Xanê û dîsan hevalên di tekoşîna rizgarkirina Şengalê de şehîd ketine, şehîd Viyan, Evrîm, Armanc, Jiyanda, Ronî, Dilgeş, Canplolat, Zinar, Ezdîn, Kasim, Serdar û ji bo xwedî li bîrdariya wen derkevin, bi biryara dewamkirina têkoşînê, em tevahî gelê Êzidî bi teybet jinên ciwan ji bo vê têkoşîna me bihêz bikin vedixwîn li hemberî têkoşîna me hestiyar bin. Em dawetî tevlî nav refên YPJ-Şengalê bibin, dikin.”


Fermandara YBŞ’ê Hêlîn Ezidî ku axaftina vekirinê ya civînê kir, hemû keçên Êzidî dawetî tevlîbûn û artêşa jinên Êzidî ya YPJ-ŞENGAL’ê bihêz bikin, kir.


Li gor vê encamnameya fermandariya YPJ-Şengal’ê weşandiye wiha ye Encamnameya Civîna Yekîneyên Parastina Jinan a Şengalê (YPJ-ŞENGAL) wihaye:


“Nêzî 6 mehane li çiyayên Şengalê berxwedana gel, jin, gerîlayên HPG, YJA-Star û şervanên YBŞ’ê dewam dike. Li ser serkeftinên vê berxwedanê derxistine holê, ji 20’ê Çile virde li navenda bajarê Şengalê, operasyona azadkirina Şengalê dewam dike. Berxwedana lehengane ya bi heybet a gerîlayên HPG-YJA-Star û şervanên YBŞ’ê berdewam dike. Di pêvajoya azadkirina Şengalê de hevalên jin ên di nava YBŞ’ê de cih girtine; ji bo hîn bihêzkirina vê pêngava azadkirinê û rizgarkirina Şengalê, azadkirina gel û jinan û Çanda Êzdiyatiyê bidin jiyankirin, di 5’ê Çile de civîna xwe ya damezrandinê pêk anîn. Di vê civînê de 27 jinên ciwan ên Êzidî û 17 gerîlayên YJA-Star tevlî bûne.


Di civînê de bi giştî rewşa siyasî û bi teybet rewşa siyasî ya li Şengalê hatin nirxandin. Rapora perspektîfan a ji bo civînê hatî amadekirin hat xwendin, li ser bingeha van perspektîfan, nîqaşên baş hatin kirin û asta biryardayînê derketiye holê.


Li gor vê;


Hevalên jin ên dibin sîwana YBŞ’ê de cih digirin, wê bi navê nasnameya xwe ya YPJ-Şengal (Yekîneyên Parastina Jin ên Şengalê) xwe rêxistin bike. YPJ-Şengal (Yekîneyên Parastina jin ê Şengalê) li ser bingeh paradîgmaya Rêber Apo ya Demokratîk- Ekolojîk û azadiya jinê, ji bo parastina gelê li Şengalê dijî, parastina jinan, ji bo parastina çiyayên Şengalê yên ji bo gelê Êzidî pîroz in, parastina bajar û li ser bingeha bawerî û çanda Êzidî bi şêweyekî azad bide jiyîn, armanca xwe aşkera kiriye.


Rêxistinbûna YPJ-Şengal,


Jinên li Şengalê dijîn; li ser bingeha zanabûna parastinê bi rêxistin kirin.


Ji bo îdeolojiya azadiya jinê ya Rêber Apo famkirin, li ser vî bingehî rastiya jinê naskirin, li hemberî desthilatdariya têgîna zilam û pêkhateyên wê tekoşîn kirin. Rêxistinbûna YPJ-Şengal, armancên rêxistinbûnê yên YBŞ’ê (Yekîneyên Berxwedana Şengalê) weke erka xwe dibîne. Di serî de jinên ciwan, zanabûna xweparastina rewa ya hemû jinan pêşxistin, zêdekirina hejmarê û mezinkirina rêxistinbûnê. Ji bo xwedî li bîranîna jinên Kurd ên Ezidî yên di têkoşîna azadiyê de şehîd ketine derkevin, ji bo xwedî derketina li jinên di fermanê de jiyana xwe ji dest dane û ji bo bîranîna wan bûna bersiv, ji bo azadiya Şengalê têkoşîn kirin.


Ji bo azadkirina keçên di fermana 2-3’ê Tebaxê de hatin revandin û dîlgirtin, têkoşîn kirin.


Li ser vê bingehê weke rêxistina YPJ-Şengalê; li ser xeta Ş. Bêrîvan (Binevş Agal), Ş. Xanê û dîsan hevalên di tekoşîna rizgarkirina Şengalê de şehîd ketine, şehîd Viyan, Evrîm, Armanc, Jiyanda, Ronî, Dilgeş, Canplolat, Zinar, Ezdîn, Kasim, Serdar û ji bo xwedî li bîrdariya wen derkevin, bi biryara dewamkirina têkoşînê, em tevahî gelê Êzidî bi teybet jinên ciwan ji bo vê têkoşîna me bihêz bikin vedixwîn li hemberî têkoşîna me hestiyar bin. Em dawetî tevlî nav refên YPJ-Şengalê bibin, dikin.”


 (zt)