Li dijî DAIŞ’ê bênavber nobeta sînor!

10:34

 


JINHA


RIHA – Xebatên çeteyên DAIŞ’ê yên li sînorê Kobanê zêde bûn, welatiyên ku li sînor nobetê digirin jî diyar kir ku leşker mudaxaleyî çeteyan nakin û ew bi şev û roj nobetê digirin. 

Li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê ya di 15’ê Îlona 2014’an de li hemberî Kobanê da destpêkirin operasyonkirina paqijkirinê yên hêzên YPG û YPJ’ê didome. Li dijî çeteyên ku nikarin xwe li hemberî operasyonan xwe bigirin j îli vî aliyê sînor nobet tê girtin. Li hemû gundên Pirsûsê yên li sînor li dijî çeteyan an jî li dijî êrîşeke welatiyên nobetê digirin diyar kirin ku leşker mudaxaleyê çeteyên ku derbasî qada leşkerî dibe û wesayîtan didize nakin ji ber vê yek ew ê xwe biparêzin. 

‘Em bi şev û roj di nobetê de ne’

Welatiyê bi navê Emîr Kemal ê ji Kobanê ye û li gundê Zehwanê ya Pirsûsê dimîne diyar kir ku çete nikarin xwe li Kobanê bigirin û wiha axivî: “Em dem bi dem dibînin. Çeteyên kul i Kobanê nikarin xwe li hemberî hêzên YPG û YPJ’ê bigirin ji xeta sînor direvin û diçin. Rojên borê 4 çete ji herêma leşkerî reviyan û çûn lê leşkeran mudaxale nekirin.” Eêmîr bilêv kir ku nobet bi şev û roj didome û wiha berdewam kir: “Em ji bo ku çete derbasî vî alî nebin her tim di nobetê de ne.” Emîr bilêv kir ku berxwedana li Kobanê ji bo wan bûye pirsgirêka man û nemanê û wiha got: “Divê tu kes li dijî van êrîşan bêdeng nemîne û bi awayeke tevli vê berxwedanê be.”

Welatiyê bi navê Muhammed Salîh ê li gundê Çortê ya nêzî Qereqola Mert Îsmaîl e nobetê digirin jî anî ziman ku her ti xeta sînor dipoşînin û wiha berdewam kir: “Em her tim ji vir dibînin. Li ber çavên leşkeran tên û wesayîtan didizin.” Salih da zanîn ku ew li hemberî êrîşan nobeta xwe didomînin. 

Ji DAIŞ’ê re serbest e ji bo kobanêyan qedexe ye!

Welatiyê bi navê Mamo Nebu yê li heman gundî nobetê digire jî anî ziman ku ew nikarin nêzîkî wesayîtên xwe yên nêzî Qereqola Mert Îsmaîl bibin. Memo nirxandina: “Mîrdêsîmbelê mi li dijî dîzitiya DAIŞ’ê nobet digiritb Bi çekan êrîşî me kirin û hatin li hundirê wesayîtên me bi cih bûn. Piştre jî mudaxaleyî me kirin leşkeran me ji wê qadê derxistin, nehiştin em nêzî qeda ku wesayîtên me lê ne bin. DAIŞ tê wesayîtên me didizin. Lê leşker mudaxale nakin” kir.

Memo bilêv kir ku ew hemû liv û tevgera li sînor ji gundê Çortê dikarin bişopînin û li vir li dijî çeteyên ku leşker mudaxale nakin nobetê digirin.

(zt)