Li Kobanê tangek ya çeteyan hat hilweşandin

11:10

 


JINHA


KOBANÊ – Hêzên YPG/YPJ’ê îro serê sibê li Kobanê tangek çeteyên DAIŞ’ê rûxandin.


Li gorî nûçeya ANHA yê çeteyên DAIŞ’ê îro piştî saet 05.00’an ji bo ku pêşketina YPG’ê ya li herêma Miştenûr asteng bikin, êrîşî Dibistana Reş a li başûrê rojhilatê Kobanê ye kirin. Li ser vê yekê hêzên YPG’ê bersiv dan û şer derket. Di şerê ku hîn dom dike de, tangek çeteyan hate rûxandin û gelek çete hatin kuştin.


(zt)