Jinan Sakîne, Fîdan û Leyla bibîranîn
14:48
JINHA
AMED – Akademiya Jinan û Navenda Şêwirmendiya Jinan Amida bi hev re bi çalakiyekê sê siyasetmendarên jinên kurd bi bîranîn.
Akademiya Jinan ya Amedê û Navenda Şêwirmendiya Jinan Amida bi çalakiyek bîranînê Sê siyasetmendarên kurd Sakîne, Fîdan û Leyla yên ku li Payîtexta Fransa Parîsê hatin qetilkirin bibîranîn. Di bîranînê de endamên Meclisa Şaredariya Surê û jinên nava taxê amadebûn. Bîranînê bi deqeyek rêzgirtinê despêkir. Di despêkê de sînevizyonek ya jiyana Sakîne Cansiz nîşan dida hat temaşekirin. Piştî sînevizyonê Civaknasa Akademiya Jinan Hîcret Azbay nirxandinek kin kir. Hîcret diyar kir ku ji ber nêrîna xwe ya azad sê siyasetmendarên jin hatin qetilkirin.
Hîcret got: “Her kes dizane ku her dem hikumet li hemberî me jinan polîtîkaya qirkirinê berdewam dike. Emê tucarî polîtîkayên wan ne pejirînin û her dem tekoşîna xwe bilind bikin. Me parçeyên canê xwe dane vê axê. Emê rêya ku sê hevalên me ji bom e vekirî berdewam bikin.”
Çalakî piştî axaftinan bidawî bû.
(zt)

