Şervanê YPG'ê Mislim jiyana xwe ji deste da
16:49
JINHA
RIHA - Şervanê YPG'ê Mislim Hesen (Ehmed Mistefa) ê ku serê sibê birîndar ji Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê anîn Rihayê jiyana xwe ji dest da.
Şervanê YPG'ê Mislim Hesen (Ehmed Mistefa) ê ku di operasayona şevê din li quntarê Miştenurê de birîndarbû ji Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê. Piştî mudaxeleya yekemîn a li nexweşxaneyê sewqî Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Mehmet Akîf Înanê hate kirin. Ligel hemû mudaxeleyan Mislim jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Mislîm rakirin Saziya Tipa Edlî ya Rihayê û piştî karên otopsiyê rakirin morga Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Mehmet Akfî Înan.
Hate hînbûn malbata Mislim dê sibê cenazeyê zarokê xwe ji nexweşxaneyê bigirin û biryar ka li Kobanê an li Pirsûsê defin bikin dê bide.
(zt)
