‘Emê tekoşîna wan berdewam bikin’

16:56

 


JINHA


WAN  – DOKH û Aktivîstên Navenda Jiyanê ya Jinan a Rojbîn bi daxuyaniyekê 2'yemîn salvegera komkujiya 3 jinên şoreşger Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên ku di 9'ê çileya 2013'an de li Parîsê ji aliyê hezên tarî ve hatin qetîlkirin şermezar kirin û gotin: “Em sozê didin di kesayeta sê jinên siyasetmendarên kurd de emê tekoşîna hemû hevalên xwe yên nemir berdewam bikin.”

Aktivîstên Tevgera Jinên Azad û Demokratîk (DOKH) û Aktivîstên Navenda Jiyanê ya Jinan a Rojbîn bi munasebeta 2'yemîn salvegera komkujiya 3 jinên şoreşger Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên ku di 9'ê çileya 2013'an de li Parîsê ji aliyê hezên tarî ve hatin qetîlkirin bi daxuyaniyekê şermezar kir. Di daxuyaniyê de wêneyên 3 jinên şoreşger Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hatin rakirin. 

Li ser navê aktivîstên DOKH'ê Awesta Işikli daxuyanî xwend û diyar kir ku li Parîsê di 9'ê çileya 2013'an de bi hevkariya hêzên tarî bêbextiyek din hat lidarxistin. Awesta anî ziman ku gelek balkêşbû ku di dema pêvajoya diyalogê ji nû ve ji aliyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ve hatibû destpêkirin, lê belê hinek xêrnexazên gelê kurd xwestin bi van komkujiyan pêvajoya diyalogê tê bibin û li herêmê ketin dewreyê. Awesta bilêv kir ku bila hemû hêz zanîbin ku em ê heya dawiyê şopdarên têkoşerên xwe bibin.

Girseya jinan piştî daxuyaniyê bi dirûşmên “ Rêheval Sakîne bê mirine”, “PKK gel e, gel li vir e”, “Bijî Serok APO” ji Karşiyaka Beşyolê heya li ber avahiya Navenda Jiyanê ya Jinan a Rojîn meşiyan. 


(zt)