'Em di rêya Sarayan de şerê azadiya jinan dikin'

09:08

 


Rojin Deniz-Asiye Tekin/JINHA


ŞENGAL – Şervana YJA- Starê Dîcle Arya girêdayî salvegera qirkirina sê siyasetmendarên kurd Sakîne, Fîdan û Leyla nirxandin kir. Dîcle diyar kir ku qirkirina Parîsê li hemberî îdeolojiya jinên kurd qirkirineke û got: “Heval Sara li her derê tekoşîna azadiyê dida. Em jî weke şopdarên wê li Şengalê tekoşîna azadiyê didin.”


Şervanên YPJ û YJA Starê yên li Şengalê li hemberî çeteyên DAIŞ’ê şer dikin qirkirina Parisyê ya 9’ê Çileya sala 2013’an hatî kirin nirxandin. Şervanên Jin yên di hamleya azadiya Şengalê de cîh girtine ji bo salvegera qirkirina Parisê banga şerkirina li hemberî koletiyê li hemû jinan kirin. Ji Şervanên YJA – Starê Dîcle Ela wiha got: “Heval Sara li her derê tekoşîna azadiyê dida. Em jî weke şopdarê wê niha li Şengalê tekoşîna azadiyê didin.”


‘Em şopdarê Sara nin’


Dîcle anî ziman ku Sakîne di tekoşîna jinên kurd de xwediyê cihek giring bû û wiha domand: “Em weke şopdarê Sakîne tekoşîna azadiyê didin. Ez qirkirina Parisê weke qirkirinek li hemberî îdealojiya jinê digirim dest. Ji ber ev êrîş bi zanabûn û pîlankirî bû. Ew êrîşek li hemberî hişmendiya me hevala me Sara bû. Heval Sara bi xwe di tevayî jiyana xwe de şerkerbû. Li her derê tekoşîna azadiyê dida. Ji bo azadiya jinan heval Sara kedek mezin daye. Emê jî weke şopdarên wê din ava vî şerî de cîh bigirin. Em jî niha li ser wê şopê li Şengalê hemberî çeteyên DAIŞ’ê şer dikin.”


‘Emê li hemberî koletiyê şerê azadiyê bikin’


Dîcle berxwedana Şengalê ya dîrokî li hember çeteyên DAIŞ’ê wiha vegot: “Şerê ku em li Şengalê hemberî çeteyê DAIŞ’ê dikin şerê azadiya jinêye. Li Şengalê bi hezaran jin hatin qitilkirin. Em ji bo rawestandina vê hovitiyê û azadiya jinan şer dikin. Em weke milîtanên YJA Starê şerê azadiyê dikin. Ez bang li hemû jinên kurd dikim; werin em bi hev re mil bidin milê hev li hember koletiyê şerê azadiyê bikin.”


‘Em di şopa Sara de şerê azdiyê dikin’


Ji Şervanên YPJ’ê Reyhan Kobanê jî wiha axivî: “Di salvegera Şihadeta heval Sara de ez li Şengalê şer dikim. Heval Sara bingihê tekoşîna jinan danî. Heval Sara em hînî şerkirinê kir. Heval Sara hêza jinan derxist holê, di demên zor de din ava şer de cîh girt. Jinên êzidî jî di şertên zor re derbazbûn, îro di şopa heval Sara de em ji bo koletiya ser jinên êzidî hatî ferzkirin rakin şer dikin.  Li Şengalê mayîn hem di aliyê hestiyarî û hem jî di aliyê îdeolojîk de min pir bandor dike. Em li vêderêne ji berk u em dixwazin jinên êzidî di aliyê hêza cewherî dî xurt bikin. Emê Şengalê azad bikin.”


 (zt)