Ji firçeya girtiyan darbeya azadiyê

09:50

 


JINHA


NAVENDA NÛÇEYAN – Girtiyên PKK û PAJK’ê yên li girtîgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê dimînin bi mijara “Bi firça girtiyan bi rengê Sakineyan Rojava azad dibe” 185 wêne xêz kirine. Dê wêne di salvegera bîranîna Sakine Cansiz ya kul i gel du hevalên xwe hatin qetilkirin de li Amedê bên pêşandan.


Girtiyên siyasiyên li girtîgehan di kesayeta Sakine Cansiz û şoreşa Rojava de bi bêrîkirinên xwe yên azadiyê wêne xêz kirin. Girtiyên PKK û PAJK’ê yên li girtîgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê dimînin bi mijara “Bi firça girtiyan bi rengê Sakineyan Rojava azad dibe” 185 wêne xêz kirine. Dê ji bo bîranîna salvegera qetilkirina sê jinên siyasetmendarên jinên kurd wêne li Aemdê bên pêşandan. Dê bi alîkariya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Sazîya Malbatên Gîrtiya TUHAD-DER di navbera 8-19 Rêbendana 2015’an de 185 wêneyên hatine xêz kirin li Navena Çand û Huera Ciwanan ya Cegerxwînê bên pêşandan.  Dahata wênyan jî dê ji bo berxwedana Rojava bê şandin. 


Banga ji bo xwedî derketina li Şengal û Kobanê


Gulistan Gultekîn ya li Navenda Çand û hunerê ya Cegerxwîn Perwerdeya Wêneyan dide di derbarê pêşangehê de nirxandin kir û wiha got: “Li Amedê dê nêzî 185 wêneyan bên pêşandan. Diyare  ku wêne bi hezkirinek mezin hatine  xêzkirin. Em bang li gel dikin ku tevlî vê pêşangehê bibin û emê di bîranina her sê hevalên xwe de jî Rojava û Şengalê ji bîr nekin. Em jî di kesayeta her sê siyasetmendarên jinên kurd de banga xwedî derketina Şengal û Rojava li herkesê dikin.”


(şh/zt)