Ji Kobanê wêne
10:01
JINHA
KOBANÊ - Şervanên YPG û YPJ'ê li Kobanê li hemberî hewildanên çeteyên DAIŞ'ê yên dagirkirinê berxwedaneke bêhempa nîşan didin û her roj li bajar pêşde diçin. Welatiyên sivîl ên ligel êrîşên çeteyên DAIŞ'ê bajarê xwe terk nekirin jî jiyana xwe didomînin.
Berxwedana şervanên YPG û YPJ'ê ya li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê di roja 115'emîn de berdewam dike. Şervanên YPG û YPJ'ê bi operasyonên paqijiyê darbeyên giran li çeteyan didin û li bajar her diçe pêş de diçin. Welatiyên sivîl ligel hemû êrîşên çeteyên DAIŞ'ê bajarê xwe terk nekirin û jiyana xwe didomînin. Ji berxwedana 115 rojin berdewam dike çend wêne.
* Wêneya li çeper hatî kişandin helbesta Ferhat Merdê ya "Va çay kelî û agir melûl bû" tîne bîra mirov
* Zarokên Kobanê jî refên xwe diyar kirine.
* Di çavên şervanê YPG'ê yê di operasyonê de biryarbûna serkeftinê
* Di nava şer de maumiyeta ji avê tê dîtin.
* Weke her tiştê li bajar fîgurên li ser dîwar jî rastî bêhehemuliya çeteyan hat.
* Pêvîstî ji panîkê tuneye kolan di bin kontrola YPG'ê de ne.
* Ji welatiyên sivîl ên li bajar wêneyek.
* Şervaneke YPG'ê yê xwe ji sermayê diparêze.
* Şervanên YPJ'ê yên ciwan.
* Li çeper dema nobetê.
(zt)

