'Êm ê ji bo zarokên xwe jiyanek nû biafirînin'
10:07
JINHA
RIHA - Welatiyên Kobanê yên li konbajaran dimînin ji aliyê welatiyên Kobanê yên dildar ê bi navê 'Tîmarkerên Amatorê' pirsgirêkên xwe bi xwe çareser dikin. Dîsa li konbjaran bi hevkariya SES, TTB, endamên Meclîsa Tendirûstiya KCD'ê û odeya dermanfiroşên herêmê tevî hemû bêderfetiyên li polîklînikan kar û xebatên xwe dimeşînin. Berpirsyara 'Tîmarkerên Amatorê' ya konbajarê Kobanê Rojîn Silêman, diyar kir ku armanca wan ya sereke ji bo zarokên xwe jiyanek nû bi afirînin û tim bi xebitin.
Welatiyên Kobanê yên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê neçarman cih û warê xwe bi terikînin û werin li bakûrê Kurdistanê bi cih bibin. Welatiyên Kobanê dibin şert û mercên herî zehmet de dijîn. Welatiyên li konbajarê Arîn Mîrkan, Kobanê, Rojava, Suphî Necat Agirnasli û Kader Ortakaya dimînin ji aliyê tendirûstiyê de di destpêkê de zarok rastî pirsgirêkên tendirûstiyê yên dijwar tên. Welatiyên Kobanê yên li konbajaran dimînin ji aliyê welatiyên Kobanê yên dildar ê bi navê 'Tîmarkerên Amatorê' pirsgirêkên xwe bi xwe çareser dikin. Dîsa li konbjaran bi hevkariya SES, TTB, endamên Meclîsa Tenduristiya KCD'ê û odeya dermanfiroşên herêmê tevî hemû bêderfetiyên li polîklînîkan kar û xebatên xwe dimeşînin.
'Ji bo gel dibin sêwana 'Tîmarkerên Amator' de hatin cem hev'
Berpirsyara 'Tîmarkerên Amatorê' ya konbajarê Kobanê Rojîn Silêman diyar kir ku welatiyên Kobanê yên dema li welatên xwe di beşa tendirûstiyê de dixebitîn di konbajara de jî ji bo gelê xwe di bin sêwana 'Tîmarkerên Amator' de hatinin cem hev. Rojîn da zanîn ku bi hezaran welatiyên Kobanê ji welatê xwe penaber bûne û gelê bakûrê Kurdistanê himbêza xwe ji wan ji birayên xwe yên Kobanê re vekiriye.
Ji bo alîkariya welatiyên xwe şev û roj dixebitin
Rojîn destnîşan kir ku ji bo alîkariya welatiyên xwe şev û roj dixebitin û wiha got: "Em bi hezaran kes ji cih û warê xwe penaber bûn. Her kesek di cihekê de çû.Gelek ji wan jî hatin di konbajaran de cih bûn. Yên di konan de jî dimînin di nav xwede meclîs ava kiriye. Em di xebatên xwede dersên li ser nevxweşiyan didin. Mînak îro em li ser paqijiya diranan disekinin. Rojê em tiştekî fêrî wan dikin. Bi pêşengiya bijîşk û xebatkarên tendirûstiyê em karê tendirûstiyê dikin. Hevalên me yên dildar jî gelek qadên Kurdistan, Tirkiyeyê û Evrûpayê tên li vir û ji bo welatiyên me dixebitn."
'Ji berya dermanan pêwîstî bi bijîşkên jin heye'
Rojîn bi lêv kir ku pêdiviya herî mezin bijîşkên jin e û wiha got: "Berî dermana pêwîstî bi bijîşkên jin heye. Ji ber ku bijîşkên me yên jin tune ye em gelek zehmetiyê dikêşînin. Divê bijîşkên me yên jin bi hestyar nêz bibin û berê xwe bidin xwe bidin welatiyên Kobanê. Ji ber ku azadiya Kobanê nêze, ez bawerim di nav van rojan em ê vegerin welatê xwe û vê peywîra xwe li Kobanê jî bidomînin. Armanca me ya sereke jî ji bo zarokên xwe jiyanek nû amade bikin û ji bo pêşeroja wan divê em şev û roj bixebitîn. Di pêşengtiya şervanên YPG/YPJ'ê em ê Kobanê ji çeteyan re bikin goristan."
'Hêjmara me têrê nake'
Bijîşkê diranan ê dildar Cevher Kahraman ku ji Stenbolê hatiye ji bo alîkariya 'Tîmarkerên Amatorê' hatiye Pirsûsê û wiha got: "Ev çar mehe êrîşên çeteyên DAIŞ'ê li ser Kobanê berdewam dike. Welatiyên Kobanê ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê neçarman ku cih û warê xwe biterikînin werin li Pirsûsê bi cih bibin. Divê her kes li vî gelî xwedî derbikeve. Em jî wek bijîşkan ji bo tendirûstiya gelê Kobanê li virin. Rojê em diçin konbajarekî. Di destpêkê kesên rewşa wan nebaş em demildest bi wanre eleqeder dibin. Lê dîsa jî hêjmara me têrê nake."
Erkdarê tenduristiyê Firat Hamarat ê ji Amedê hatiye anî ziman ku di despêka şer de dema derfetê wî çêdibe ew tê li Pirsûsê û alîkariya gelê Kobanê dike û ev tişt got:"Em êş û jana gelê xwe yê ji ber êrîşên dagirkeran penaberbûne baş fêm dikin. Tu ferqa me û gelê me yê Kobanê nake. Kobanê û Pirsûs yeke. Tenê ne Pîrsûs, Kobanê, Amede, Mêrdîn, Colemêrg, Serhet û Botan yek e. Divê em li gelê xwe xwedî derkevin."
(kom/zt)

