Li gundê Miseynterê xîmên jiyana azad tên danîn
10:15
JINHA
RIHA - Li gundê Miseynterê yê Pirsûsê ku li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê berxwedan hate bilindkirn ji aliyê welatiyên gund û berxwedêran ve Mûzeya Arîn Mîrxan û Pirtûkxaneya Kader Ortakaya ava kiribûn. Li gund amadekariyên sera, kooperatîfan ava bikin, akademî û dibistana kurdî ava bikin tên kirin û gund weke Kobanêya serxetê tê binavkirin.
Berxwedana Kobanê bênavber didome û çalakiyên nobetê yên li sînorê Pirûsê jî bi tevlibûna hezaran kesan berdewam dike. Li gundê Miseynterê ku rêxistinbûn û piştevanî her diçe zêde dibe xîmên modela jiyana azad a li Kobanê hatin înşakirin jî tên avêtin. Pirtûkxaneya Kader Ortakaya û Arîn Mîrxan bi keda hevpar a gundî û berxwedêran hat avakirin. Li gund niha jî derbarê pêvajoya koperatîfan de amadekarî tên kirin.
Modela Kobanê li Miseynterê ye
Li gundê ku piştevanî û berxwedan bi her awayî tê hîskirin, şitlên daran hatin çandin, ji bo akademî bê avakirin û cihê serayan bê çêkirin xebatan hatin destpêkirin. Welatiyê bi navê Mehmet Emîn Akman ku ji roja berxwedanê destpêkirî heta niha li gund nobetê digire û xebatên komunê dimeşîne diyar kir ku li gundê ku nobet tê girtin piştevanî heye û wiha got: “Ev sê mehe ez li gundim. Gundî xwedî li me derketin. Em civînan li dar dixin. Em nîqaşan dimeşînin û fikri, raman û pêşniyaran digirin. Li aliyekî berxwedan didome û li aliyê din jî modela li Kobanê hatiye înşakirin dikeve jiyanê.”
Mehmet da zanîn ku armanca êrîşên li dijî Kobanê tunekirina modela hatiye înşakirinê û wiha axivî: “Li dijî vê êrîşê li Kobanê şerekî dijwar tê dayîn û em jî li gundê pergala li Kobanê ava dikin. Çalakiyên nobetê didome û berxwedan didome. Em civînan li dar dixin. Me meclis ava kirin. Projeyek me ya dibistanê ya ku zarokên gund dikarin bixwînin heye. Dîsa amadekariyên me yên akademiyekê hene. Bi serayên ku em ava bikin re em ê ber bi koperatîfbûnê ve biçin. Em gelê gund jî tevli vê pêvajoyê dikin. Her kes jî bi hêz tevli xebatan dibin."
Banga piştevaniyê
Mehmet da zanîn ku welatiyên tevlî berxwedanê bûn û şaredariyên DBP'ê piştgirî dan wan û divê ev piştevanî hêj mezin bibe û wiha pê de çû: "Ji bo modela jiyana azad a li Kobanê hatî înşakirin li gund bikeve jiyanê em li benda piştevaniya hemû kesî ne."
(zt)

