Li Pirsûsê kanalîzasyon xitimî av ket malên taxê
10:43
JINHA
RIHA - Li navçeya Pirsûsa Rihayê di xetek ya kanalîzasyonê xitimî av ket bin malên li taxê.
Li navçeya Pirsûsa Rihayê li taa Dikili di xete ya kanalîzasyonê xitimî av ket dibin malên li taxê, ji ber ava li kolana Yaya kom bû welatî zehmetiyan dikêşe. Tevî ku ev rewş ji bo ŞUSKÎ ya bi ser Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê re hat ragihandin jî tu mudaxele nekiriye. Welatiyê bi navê Bakir Gundogmuş diyar kir ku nêzî du meh in di xeta kanalîzayonê de pirsgirê hene. Tevî ku ev pirsgirêk jî ji bo ŞUSKÎ ya bi ser Şaredariya Bajarê Mezin ya Rihayê re hat ragihandin jî tu mudaxele nekir û got ku 'Li her cihê pirsgirêk hene'. Gundogmuş bilêv kir ku ji ber ya ku bibe 'Bajarê Mezin' Şaredariya Pirsûsê pirsgirêk çareser dikir. Lê belê Şaredariya Bajarê Mezin bi tu pirsgirêkên me çareser nake. Di dema zarok diçin dibistanê zehemtiyê dikêşin.
Welatiyê bi navê Mehmet Şahîn ê ava qirêj ya ketiye mala wî jî wiha got: "Em nizanin em çi bikin. Em nikarin lawaboyên xwe bikar binin. Bila berpirsyar demildest werin vê pirsgirêkê çareser bikin."
(zt)

