'Em Kurdistanê diparêzin'

10:54

 


JINHA


KOBANÊ - Ciwanên Kobanê yên beriya êrîşên çeteyên DAIŞ'ê di xebatên ciwan û xwendekaran de cih digirtin û piştre tevlî YPG/YPJ'ê bûn, anîn ziman ku ew parastina Kurdistanê dikin û banga tevlîbûna berxwedanê li ciwanên Kobanê kirin.

Şervanên YPG/YPJ'ê yên bi berxwedaneke dîrokî li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê bersivê didin û pêşketina xwe ya li hemberî çeteyan bi biryardarî berdewam dikin. Şervanên YPG/YPJ'ê yên beriya êrîşan di xebatên ciwan û xwendekaran de cih digirtin, bê agahiya wan berxwedana wan li cîhanê deng veda û berxwedana xwe ya ji bo nirxên mirovahiyê didomînin. Li gorî nûçeya Rojnameger Mehmet Zekî Çîçek û Çagdaş Kaplan Ciwanên ku bi awayekî bê sebir dixwazin navenda bajêr ji çeteyan paqij bikin, yekane daxwaza wan Kobanê bi tememî azadkirin e.

'Ez Kurdistanê diparêzim'

Şervanê YPG'ê Mehmûd Misiro yê ji gundê Mezra Ebrûş ê li rojavayê Kobanê anî ziman ku beriya êrîşên çeteyan ew di nava xebatên Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK) de cih digirt û berî salekê ji bo welatê xwe ji dagirkeriya çeteyan biparêze, tevlî YPG'ê bûye. Piştî êrîşan malbata wî derbasî Pirsûsê bû û ew ligel sê xizmên xwe tevlî berxwedana dîrokî bû. Mehmûd ku li eniya berxwedanê bi hevalê xwe re nobetê digire ji me re dibêje mala li pêşberî wan mala wan bi xwe ye. Mehmûd nerazîbûnê nîşanî pirsa me ya "Tu mala xwe diparêzî?" da û wiha bersivê da; "Ez ne mala xwe, her bihosta Kurdistanê diparêzim. Ji bo Kurdistanê û gelê kurd biparêzim ez tevlî YPG'ê bûm."

Ji ciwanan re bang

Mehmûd bang li ciwanên Kobanê kir ku beşdarî berxwedanê bibin û du extiyarên li mewziya kêlekê nobetê digirtin nîşan da û wiha got: "Binêrin extiyarên me jî li cem me nobetê digirin. Di berxwedanê de wezîfe dikeve ser milê her kesî û her kes dikare tiştekî bike." Mehmûd destnîşan kir ku pêngava YPG/YPJ'ê ya beriya mehekê destpê kir, wê di demek herî kurt de bi serketinê bi encam bibe.

'Ji bo xeyalên şehîdan ez tevlî YPJ'ê bûm'

YPJ'iyên li mewziyeke din a ji ala YPG û YPJ'ê re nobetê digirin, anîn ziman ku ji ber berxwedana ev 4 meh in bênavber berdewam dike, wan derfet nedîtine ku rojevê bişopînin. Dema me ji YPJ'yiyan re gotin ku berxwedana wan a dîrokî li çapemeniya cîhanê deng vedaye, gelekî bi coş û kêfxweş bûn. Ji şervanên YPJ'ê Sozdar Kobanê, beriya êrîşên DAIŞ'ê di xebatên ciwanan de cih digirt. Sozdar Kobanê zêdeyî saleke di nava refên YPJ'ê de cih digire. Şervana YPJ'ê Kobanê wiha axivî: "Dema di êrîşên çeteyan de hevalên me şehîd ketin, ji bo jîndarkirina bîranînên wan û pêkanîna îdealên wan, ez tevlî YPJ'ê bûm. Gelekî kêfxweş im ku di nava berxwedana Kobanê ya ket nava rûpelê dîrokê, cih digirim."

Sozdar Kobanê ragihand ku malbata wê li Pirsûsê ye û bang li ciwanên Kobaniyî yên malbatên xwe gihandine herêmên bi ewle kir, ku vegerin û di nava berxwedanê de cih bigirin. Pêşketina şervanên YPG/YPJ a di "Operasyona Paqijkirinê" de dewam dike. Şervanên li eniyên paş jî cih digirin, di demên vala de pêwîstiyên xwe yên rojane tedarik dikin. Şervanê YPG'ê Diloavn Kobanê yê kincê xwe di teştê de dişuşt, dema dît em wêneyê wî dikşîne, heyecan pê ket. Piştî sohbetekê anî ziman ku ew li Zanîngeha Helebê di beşa Wêjeyê de xwendekarê pola yekemîn bû û destnîşan kir ku ji bo meziznkirina şoreşê tevlî refên YPG'ê bûye. Dilovan Kobanê got, "Ji bo parastina ax û rûmeta xwe tevlîr efên YPG'ê bûm. Ji roja destpêkirina berxwedana Kobanê û vir ve li gel hevalên xwe li eniyê li dijî çeteyan şer dikim. Moralê me gelekî bilind e."

(zt)