Dê cenazeyê Umît ê polîsan qetilkirî li Cizîrê bê veşartin
11:08
JINHA
AMED - Cenazeyê Umît Kurt (14) ê ku li navçeya Cizîrê ya Şirnexê di encama gulebaran polîsan de jiyana xwe ji dest da ,piştî karê otopsiyê ji bo definkirinê şandin Cizîrê.
Cenazeyê Umît Kurt (14) ê ku li navçeya Cizîrê ya Şirnexê di encama gulebaran polîsan de jiyana xwe ji dest da ji bo otopsiyê duh şandibûn Amedê. Cenazeyê Umît ji bo karê otopsiyê anîn Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gazî Yaşargîlê. Piştî karê otopsiyê ji bo definkirinê şandin Cizîrê. Hevserokê MEYA-DER'ê Mele Kasim Yîgît, Hevseroka MEYA-DER'ê ya Amedê Leyla Ayas û endamên komeleyê li cihê nexweşxanê amadebûn.
Piştî karê otopsiyê qediya cenazeyê Umît Kurt ji bo definkirinê şandin Cizîra Şirnexê.
(zt)
