Di roja 115’an de zarokan silav dan Kobanê
11:43
JINHA
RIHA - Bi sedan kesên li gundên Mehser û Miseynter ên Pirsûsê çalakiya nobedê dewam dikin, bi sirûda "Çerxa Şoreşê" ya ji aliyê zarokan ve hat xwendin, berxwedana dîrokî ya li Kobanê di roja 115'an de silav kirin.
Berxwedana Kobanê ya bi pêşengiya şervanên YPG/YPJ'ê, ket roja 115. Li gel operasyona paqijkirina Kobanê ji çeteyan, li gundên Mehser û Miseynter ên Pirsûsê jî çalakiya nobedê dewam dike. Tevî hewa sar jî, bi sedan kesên li gundên Miseynter û Mehserê hatin cem hev, bi çalakiya zincîra ji mirovan re berê xwe dan Kobanê û berxwedan silav kirin. Li ser sirûda "Çerxa Şoreşê" ya ji aliyê zarokan ve hat xwendin, çalakgeran deqeyek rêz girtin û bi dirûşmên "Bijî Berxwedana Kobanê", "Bijî Berxwedana Şengalê", "Dîsa dîsa serhildan serokê me Ocalan" berxwedan silav kirin.
Li dû çalakiya zincîra ji mirovan li gundan paqijiya hawirdorê hat kirin.
(zt)

