20 ciwanên ‘ji bo zarokan edalet’ dixwestin hatin binçavkirin

13:18

 


JINHA


AMED - Li Amedê ciwanên belavokên "Ji bo Berkîn Elvan Ugur Kaymaz edalet" belav dikirin rastî êrîşa polîsan hatin. Tayîbetî jî polîsan êrîşî jinan kirin û 20 ciwan girtin binçavan.

Li kolana Ekîncîler a navçeya Yenîşehîrê ya Amedê ciwanên belavokên "Ji bo Berkîn Elvan Ugur Kaymaz edalet" belav dikirin rastî êrîşa polîsan hatin. Piştî ciwana bi israr xwest belavokan belav bike polîsan ciwan darp kirin. 20 ciwanên bi lêdanê hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Amedê. Di dema bûyeran de welatiyên derdorê bertek nîşanî binçavkirinan da. Piştî bûyerê hêzên çewîk ên polîsan semta Ofîsê dorpêç kir.


(zt)