Di 12 salan de 406 rojnameger li Îraqê hatin qetilkirin
13:29
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Sendîkaya Rojnamevanên Iraqê girêdayî qetilkirina rojnamegeran li Îraqê raporek amade kirin. Rojnamegeran di rapora xwe de diyar kirin ku ji sala 2003’an heta niha 406 rojnamevan hatine kuştin. Li gorî raporê tenê di sala 2014’an de 14 rojnamevan hatine kuştin.
Li gorî rapora Sendîkaya Rojnamevanan ji dema hilweşîna Rejîma Îraqê yanî ji sala 2003’an heya niha 406 rojnamevan hatine qetilkirin. Li gorî raporê li gel qetilkirinên rojnamegeran gelek serdegirtinên sazî û sendîkayên rojnamegeran jî çêbûne. Li gorî raporê tenê di sala 2014’an de 14 rojnamevan li Îraqê hatine qetilkirin.
(zt)
