Dayîkan banga avêtina îmzayan li her kesê kirin
13:41
JINHA
AMED - Sala par ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan kampanyaya îmzeyan hatibû destpêkirin. Meclisa Dayikên Aştiyê jî bi awayekî aktîf di kampanyayê de cih digirin û dayikan diyar kirin ku ji bo azadiya Abdullah Ocalan çi ji destê wan tê dê bînin cih.
Ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji aliyê gelek akademîsyên navdar, nivîskar û rewşenbîran ve di 15’yê Sibata 2014’an de kampanyaya îmzeyan ya “Ji Ocalan re azadî” dan destpêkirin. Kampanayaya îmzeyan ku berbi fînalê ve diçe bi hezaran, bi milyonan kesên ji dîn û baweriyên cûda îmze avêtine. Meclisa Dayikên Aştiyê yên Amedê dê ku bi awayekî aktîf beşdarî kampanyayê bûn lez dan xebatên xwe.
‘Rêberê me û girtiyên me dê azad bibin’
Endama Meclisa Dayikên Aştiyê Nevriye Kaçan destnîşan kir ku beşdarbûna li kampanyayê deynê wijdaniye. Kaçan bang li kesên ku heya niha îmze ne avêtine kir û wiha got: “Deynê xwe bidin. Ji bo Abdullah Ocalan bi hezaran kesî canê xwe fedakirin û xwe şewitandin. Emê heya dawiyê li pişt Rêberê xwe bin û ji bo azadiya wî çi were xwestin wê were kirin. Em dibêjin ku dê di demek kin de Rêberê me, girtiyên me û gerîlayên me azad bibin û em ê bi hevre li qadên Amedê bin.”
‘Her îmzayek tê wateya azadiya Abdullah Ocalan’
Endama Meclisa Dayikên Aştiyê Emîne Denîz jî banga xwedî derkeftina li Kampanyayê kir û wiha axivî: “Her kesê ku ji xwere dibêje mirova dibê ku xwedî li vê kampanyayê der bikeve. Rêberê me ji bo mirovahiyê di xebite û ji bo wê jî divê ku bersiv ji hewldanên Rêbertiya mere bê dayîn. Dem dema seferberiyê ye. Êdî divê ku gelê kurd Rêbertiyê azad bike.” Endama Dayikên Aştiyê Sultan Aksoy jî herkes dawetî îmze avêtinê kir û ev tişt destnîşan kir: “ Ger ku Rêbertî ji Îmraliyê derbikeve şer dê bi dawî bibe û wê hemû kes feydeyê ji vê xweşikbûnê bigire. Rêbertiyê tu carî şaşî nekir û hertim ji bo aştiyê hewlda. Nêrînên Rêbertiyê wê hem me, hem tirkan û hem jî dewletê rihet bike. Avêtina her îmzayekê tê wateya azadiya Rêbertiyê.”
(aw/zt)

