Li kolanê hemberî jinê şidet kir li qereqolê serbest hat berdan!
14:03
JINHA
MÊRDÎN - Li Tirkiyeyê şîdeta li dijî jinê her roj zêde dibe û berdewam dike. Şîdeta li dijî jinê li navenda Mêrdînê jî pêk hat. Jinek li nava kolanê rastî şîdeta mêr hat.
Li navenda Mêrdînê jinek li ber çavê hemû kesî rastî şîdeta zilekî hat. Jina li kolana Valî Ozan a navçeya Artukluyê dema di meşiya despêkê bi mêrekê re nîqaş kir. Piştî qêrîna jinê hinek welatî mudaxîlê nîqaşê bûn û şîdeta li hemberî jinê asteng kirin. Piştî ew jin hinekdin rêde çu di rê de rastî mêrek din hat û dîsa dest bi nîqaşê kir. Piştî demek şunda mêr li hemberî jinê dest bi şîdetê kir. Jina rastî şîdeta mêr hat ket erdê.
Welatiyan ji lîncê xilas kir
Welatiyên qêrîna jinê bihîstin dîsa çûn cîhê bûyerê û jin ji lîncê xilas kirin. Piştî demekê şunda polîs hatin cihê bûyerê û mêr û jin bi wesayîtên cuda birin Qereqola Polîsan a Navendê. Hat hînbûn ku jinê gîl kir.
(zt)

